Civîna Komîsyona Meclisê a di serokatiya Numan Kurtulmuş de li gel endamên partiyên siyasî yên ji bo komîsyonê hatine diyarkirin destpêkir. Te payîn ku di civînê de dê li ser pêşnûmeya hevpar nirxandin bên kirin.
Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî Hevgirtina Mîllî yên partiyên siyasî ku di nivîsandina raporê de hatinê peywîrdarkirin bi Serokiya Numan Kurtulmuş, civiyan. Endamê Komîsyonê yê DEM Partiyê Cengîz Çiçek, Cigirê Serokê MHPê û endamê komîsyonê Fetî Yildiz, endamê komîsyonê yê CHPê Murat Emîr, endamê komîsyonê yê AKPê Abdulhamît Gul û endamê komîsyonê yê Koma Yenîyolê Bulent Kaya ku ji bo nivîsandina raporê hatine diyarkirin tevlî civînê bûn.
Tê payîn ku di civînê de li ser pêşnûmeya rapora hevpar a partiyên siyasî re hatibû şandin dê nîqaş bên kirin û ji bo amadekirina rapora hevpar plansazî bên kirin.













