Enqere – Di rûniştina yekêm a civîna 12emîn a Komîsyonê de Ji EKEAVê Tarik Çelenk anî ziman ku têgehên wek Neteweya Demokratîk, Entegrasyona Konfederal û Peymana KCKê yên ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin, pergaleke ku hemû netew û baweriyên cûda karibin bi hev re bijîn, pêşniyar dike.
Di rûniştina yekem a civîna 12an a Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî de ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin dest pê kir. Komîsyon, wê di rûniştina yekem de Navenda Lêkolîna Aborî û Siyasî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê (DİTAM), Lêkolîna Rawest, Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC) û Weqfa Lêkolîn Perwerde û Çandê ya Ekopolîtîk (EKEAV) guhdar bike. Di rûniştina duyem de jî Enstîtuya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Saha Sosyo-Siyasî (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) dê bên guhdarkirin.
Di rûniştina yekêm a civînê de ewilî ser navê SETAyê Prof.Dr Murat Yeşîltaş axivî. Murat Yeşîltaş anî ziman ku di pêvajoyê de divê nasnameyên cûda di bingeha hemwelatiya wekhev de xwe di ewlehiyê de hîs bikin û ev danê parve kirin: “Ji bo entegrasyoneke ji nû ve, çarçoveyeke stratejîk û kûr hewce ye. Çarçoveya Heft Kûrahiyan, yek Kûrahiya Hiqûqî; Lêkolînên qadê û helwestên raya giştî girîng in. Ji sedî 62 bawer dikin ku heke ev pêvajo bi ser nekeve, dê tundî zêde dibe.”
Kûrahiya Siyasî û Civakî: Girîng e ku beşên cuda yên civakê vê pêvajoyê xwedî derkevin. Hêviyên civakê yên ji aştiya civakî ji sedî 77e.
‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka nasname û ziman e’
Li Ser navê DITAMê Mesût Azîzoglû axivî û destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka ziman, nasname, hiqûq û demokrasiyê ye. Ser navê DITAMê Sedat Yurtdaş jî bi bîr xist ku pêvajoyên çareseriyê û dîalogê her tim bi sedemên cûr bi cûr negihiştinê encamê û ev tişt gotin: “Navbeynkariya bêalî, pirek ji bo baweriyê ye. Divê arşîv bên vekirin. Serdema Şêx Seîd, serdema kuştinên nepenî yên salên 90î bên eşkerakirin.”
‘Ji bo baweriya gel were divê gav ben avetin’
Li ser navê Lêkolîna Rawestê Roj Gîrasun jî diyar kir ku heza herî mezin a pêvajoyê civakbûn e û wiha got: “Kurd nasnameya xwe ya Kurdî bêhtir xwedî derdikevin lê di heman demê de xwe bêtir ‘Tirkî’ hîs dikin. Ev mîna paradoksekê xuya dike lê fersendê pêşkêş dike. Kurd li hemberî bûyîna parçeyek ji Tirkiyê îtîraz nakin. Divê ev yek bi erênî bê dîtin. Guhertinek heye û ev guhertin çareseriyê ferz dike. Divê siyaset xwe û dewletê biguherîne. Kesên ku baweriya bi serkeftina pêvajoyê tê ji sedî % 40-45 in. Lê piştgiriya ji bo pêvajoyê di nav Kurdan de pir e. Heke gavên rast bên avêtin baweriya civakê ya ji bo pêvajoyê jî dê zêde bibe. Berdana girtiyên siyasî û bi dawîkirina polîtikayên qeyyum gavên sereke ne ku civak baweriyê ji aştiyê bîne. Ev her du gav pratîk û hêsan in; rasterast di destê dewletê de ne. Suriye yek ji mijara herî girîng a vê pêvajoyê ye. Çawa ku Şara hat Enqereyê, ya girîng ew e ku Mazlum Abdî jî bikaribe were Enqereyê.”
‘Riya xwîşk-biratî û yekitiya milî ji Erbîl, Suleymaniyê û Kobanê re derbas dibe’
Ji navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglû jî da zanîn ku di nav Kurdan de li gor lêkolînên wan ji sedî 80an piştgiriya pêvajoyê heye û wiha axivî: “Hebûna qayûman bêbaweriyeke cidî çêdike. Di zindanê de bûna Îmamoğlu û Ahmet Ozer di nav civaka Kurd de bêbaweriyeke mezin çêdike. Rewşa Selahattin Demirtaş a di girtîgehê de yek ji astengiyên herî mezin e ji bo Kurd di vê pêvajoyê de hestên baweriyê bijîn. Rola komîsyonê ne tenê şêwirmendî ye, di heman demê de divê wekî saziyeke îcrayê jî kar bike.”
Ji EKEAVê Tarik Çelenk jî bi lêv kir ku rêya xwîşk-biratî û yekitiya milî ji Erbîl, Suleymaniyê û Kobanê re derbas dibe û ev pêşniyar kirin:
“*Divê dawiya rê zelal bibe, xetên sor ji destpêkê ve ji hêla her alî ve bên diyarkirin.
*Divê civaka sivîl tavilê tev li pêvajoyê bibe.
*Bi xizmên Kurd ên li Îran, Iraq û Sûriyê re têkiliyên çandî bên xurtkirin. Çîrokên hevpar ên îro û dîrokê bên bikaranîn.
*Têgehên wekî Neteweya Demokratîk, Entegrasyona Konfederal û Peymana KCKê ya ku ji hêla Abdullah Ocalan ve hatine pêşniyarkirin, pergaleke ku hemû netew û baweriyên cûda karibin bi awayekî wekhev bi hev re bijîn in. Lê belê, di navbera civakên Tirk û Kurd de, ji bo piştgiriya aştiyê, têgihîştinên hevpar ên ku her kes bipejirîne kêm in. Ev yek di proseya aştiyê de valahiyekê çêdike. Ji ber vê yekê, divê têgihîştinên nû û zelal ên ku her du aliyan tîne ba hev hebin da ku pêşniyarên piştgiriya aştiyê dikin werin afirandin.”