Civîna 17emîn a Komîsyonê ku dihat plankirin ku di 13ê Mijdarê de pêk were bi hinceta balafira li Gurcistanê ketiye hat taloqkirin. Civîna komîsyonê hefteya borî jî hatibû taloqkirin
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş û koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyona meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû avakirin civînek li dar xistin. Cîgira Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê MHP Fetî Yildiz, Serokê Koma AKPê Abdulhamit Gul, Cîgirê Serokê Koma CHP Murat Emir û Serokê Koma Yeni Yolê Bulent Kaya tevlî civînê bûn.
Piştî civîna ku seateke dom kir ji aliyê komîsyonê ve daxuyaniyeke nivîskî hat parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civîna komîsyonê ya 17an ku dihat plankirin di 13ê Mijdarê de bê lidarxistin bi hinceta balafira li Gurcistanê ketiye hatiye taloqkirin. Civîna komîsyonê hefteya borî jî hatibû taloqkirin û herî dawî komîsyon di 30ê Cotmehê de kom bibû.












