Ciwanan li taxa Fîskayayê ya Bajarê Nû ji bo meşa “Bi Rêberê azad re ber bi jiyana azad ve” belavok belav kirin, afîş li diwarên taxê zeliqandin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Meclîsa Ciwanan a Partiya
Heremên Demokratîk (DBP) û Hevgirtina Xwendekarên Azad a Zanîngeha Dîcleyê li taxa Fîskayayê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê ji bo meşa ku bi şîara “Bi Rêberê azad re ber bi jiyana azad
ve” dê 18ê Cotmehê bê li darxistin belavok belavkirin û afiş li diwarên taxê zeliqandin.
Ciwanan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî, Azad Bike Rêbertiyê”, û “Bijî Serok Apo” li kolanê berz kirin. Ciwan derî bi derî geriyan, belavok dan gelê Fîskayayê û gel vexwend meşê. Gel bi coş û kelecanî ciwan
pêşwazîkirin.
Ciwanan di dawiya çalakiyê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandiye xwend û dawî li çalakiya xwe anîn.