Meclîsa Ciwanan a DBP û DEM Partiyê li taxên Xaçort û Koyîçiyê ji bo Rojava meşiyan û gel vexwendin meşa mezin a 29ê çileyê ku dê Hevserokê Giştî DBPê Keskîn Bayindir jî tev li bibe.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi meclîsên xwe yên ciwanan ve li taxên Xaçort û Koyîçiyê ji bo piştgiriya Rojava meşek li dar xistin û gel vexwendin meşa mezin a ku dê di 29ê çileyê de bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Wanê bikin. Dirûşma “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî serok Apo” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” di taxan de olan da û şêniyên taxan jî bi tililî û çepikan piştgirî da girseyê.














