Nivîskarê rojnameya Welat Ciwan Tûnç bi sernavê “Çare û hêza esasî gelên birêxistinkirî û çalak in” balê dikişîne ser girîngiya rêxistinkirina gelan û dixwaze ku civak zêdetir xwe bi rêxistin bikin û li hevî û benda dewletê nesekinin.
Rojnameger û nivîskarê Rojnameya Welat Ciwan Tunç vê hefteyê cih da girîngiya civaka bi rêxistin û xwest civak zêdetir ji dewletê heviyan neke û xwe bi rêxistin bike. Ciwan Tunç di quncikê rojnameya Welat de anî ziman ku bi saya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hatî, êdî her kes dizane û qebûl dike ku li Kurdistanê şoreş pêk hatiye û wiha got: “Ji bo wê jî yên Kurd û Kurdistanê nas dikin, dibêjin “Êdî Kurd ne Kurdên berê ne…” û dest bi nirxandinan dikin. Bêguman guhertin, di encama berdêlên giran, dersên biêş de pêş ket. Dîroka Kurd û Kurdistanê li gel komkujî, qirkirin û tepisandinê, bi serhildan, berxwedan û serfiraziyan jî dagirtî ye. Mixabin di 200 salên dawî yên modernîteya kapîtalîst de aliyê êş, xwîn, zilm, zordarî, qirkirinê li pêş bû. Têkoşîna Rêber APO ya 52 salên dawî ji bo veguhertina vê rewşê bû. Rêber Apo bi Banga Sedsalê zemînê aştî, demokrasî û azadiyê ava kir. Bandora vê banga dîrokî wê di rojên pêş de hê zêdetir bê dîtin û jiyîn. Di vê mijarê de em ji her demê zêdetir bihêvî ne. Lê dema mirov li aliyê Komara Tirkiyê (KT) binêre, di mirov de hêvî zêde pêş nakeve. Lewre axaftin, siyaset û pratîka wan fikaran di me de çêdike. Gel dibêje, “Em KT’ê nas dikin û bawer nakin, lê em bi Rêber APO bawer dikin.” Heta hinek rewşenbîr, rojnamevan û derdorên siyasî dibêjin, “Ji ber ku gel baweriya xwe bi dewletê nayîne, dema ku Rêber APO di banga xwe de behsa çekberdanê kiriye û gotiye bila PKK xwe fesix bike, gel xemgîn bûye. Ji ber ku dilê wan nagire û baweriya wan a bi Rêber APO mezin e, aşkere nabêjin, lê tevlî çekberdanê nabin.” Ev ji du aliyan ve gelekî girîng e; ya yekemîn, gel ne bi dewletê, bi hêzên xwe bawer dike. Ya duyemîn jî, li gel ku guman û fikar hene jî, bi baweriya Rêber APO tevdigere û birêxistinî tevlî pêvajoyê dibe. Bawerim divê ji her kesî zêdetir rayedarên dewletê vê rastiyê bibînin û gavên xwe li gorî wê bavêjin…”
Ciwan Tunç, da zanîn ku gavên ku heta niha Komara Tirkiyeyê diavêje (di esasê xwe de tu gavên cidî jî neavêtine!), ne ji ber guhertina zîhnî û siyasî ne, bi piranî girêdayî rewşên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ne û wiha cih da nivîsa xwe: “Bi taybet jî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavan bi dewletê dide avêtin yan jî sekinandin. Ev teqez e, dema lez jî dikin, xwe “giran” jî dikin, esas mesele ev e. Di ser Banga Rêber APO de bi qasî 20 rojan derbas bû, yanî sê hefte! Di van sê hefteyan de dewletê çi kir? Hîç! Ger ku KT bi rastî jî dixwaze PKK çekan berde, beriya her tiştî divê şert û mercên wê amade bike, nebe asteng. Lê di pratîka KT a heta niha de tişta xuya dibe, dewlet naxwaze, herî kêm di rêveberiya dewletê de yên xwediyê biryarê, naxwazin pêvajo pêş bikeve. Lewre ger ku weke tê gotin, hin kesên dixwazin hebin jî, ew kes nikarin bombebaran bisekinin, keşfan û balafiran daxin erdê. Di şert û mercên wisa de kesên xwedî aqil, ehlaq û wijdaneke asgarî jî nikarin bêjin “çima PKK çekan nadeynê?” Li ser navê Tevgera Azadiya Kurdistanê Hevserokê Konseya Rêveber Cemîl Bayik jî daxuyaniyên girîng dan, behsa şert û mercên çiya kirin. Navenda Çapemenî û Têkiliyan a HPG’ê jî her roj derbarê êrîşên dagirkeriyê de agahiya dide û dibêje, “Li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi sedan êrîşên tank, top û balafiran çêbûn.” Li gel ku Tevgera Azadiyê bêşik û bi awayeke zelal li pişt biryarên Rêber APO disekine, KT naxwaze çek ji holê rabin. Gelo ji ber çi KT wisa tevdigere? Ji siyaseta Kurdan ditirse, yan jî bawer dike ku Kurd berxê kêrê ne, wê stûyê xwe dirêjî mirinê bikin? Aliyên bi hev re şer dikin, hevdu baş nas dikin. Dewlet dizane ku nikare bi zorê yan jî bi tirsê, yek mîlîtanê PKK’ê yê rasteqîn bêçek bike. Weke ku di ragihandinê de gelek çavdêr û şîrovekar dibêjin, “di vê cîhanê de tekane hêza ku bikaribe bi PKK’yiyan çekan bide berdan Rêber APO ye.” Vê jî ji her kesî zêdetir KT dizane. Baş e, li gel ku wezîrê edaletê gotibû, êdî pêşiya malbat û parêzeran vebû, dikarin hevdîtinan bikin jî sê hefteye tu agahî ji Rêber APO nayên girtin. Çima? Ku Rêber APO biaxive, gel û hevalên xwe arasteyî aştî û çareseriyê bike, wê kî ji vê zererê bibîne? Derveyî hin derdorên kedxwar û xwînxwar, her kes aştî û aramiyê dixwaze. Bawer im her kes vê jî erê dike, wê demê KT dikeve kîjan alî? Aştî û aramiyê dixwaze, an jî şer û pevçûnê?”
Ciwan Tunç, li ser çareseriyê jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Ji bo hêzên azadî û demokrasiyê jî divê mirov çend tiştan bêje… Çend rojên destpêkê televîzyon bi televîzyon geriyan, civîn li ser civînan dikirin û dixwestin civakê agahdar bikin. Wisa dixuye ku niha ew jî li benda dewletê ne ku gavan bavêje. Ji ezmûna bi dehan salan dersa hatî girtin ev e ku, mirov li benda dewletê bimîne, tiştekî bi dest naxe. Kengî em gelên xwe birêxistin bikin, ji bo daxwaz û hêviyên xwe bixin tevgerê, dewletê neçarî gavavêtinê bikin, em ê wê demê bigihên hêvî û armancên xwe. Ya din, bendemayîna ji dewletê ye ku, ew jî şêwazeke pasîfmayîn û radestbûna wijdana zaliman e. Li gel ku niyet û zîhniyeteke wisa tine ye jî pratîk û tempoya lawaz, van tiştan tîne bîra mirov. 2013-20152an hinekî bi xefletê derbas bû, talûkeya hatî nehate dîtin. Encam tê zanîn…Mirov, ew zindiye ku ji ezmûnên xwe dersên pêwîst digire û gavên xwe li gorî wê tavêje ye. Çareya aştî, wekhevî, azadî û aramiyê jî ev e. Newroz pîroz be!”