Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê li Bajarê Nû pîrozbahiya Newrozê li dar xist û dirûşmeya “Newroza tê pîroz be ey Serok Apo” li qadê olan da.
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê ya Amedê. Li taxa Seyrantepe ya navçeya Bajarê Nû pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Rêveberên DEM Partiyê, saziyên sivîl û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Girse piştî agirê Newrozê pêxist, li ber def û zirneyê li dora agir govend gerandin.
‘Newroza tê pîroz be ey Serok Apo’
Piştî fitarê ciwan li ber Dibistana 24 Kasimê kom bûn. Ciwana li def û zirnê dest bi gerandina govendê kirin. Ciwanan posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û fîşekên hewayî teqandin. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyan agirê Newrozê pêxistin. Girseyê dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Newroz pîroz be”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Newroza tê pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.
Di pîrozbahiyê de dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li ser pîrozbahî ya Newrozê da guhdarkirin. Ciwanan heta derengiya şevê Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” dawî kirin.














