Stenbol – Endamên Karwanê Gelan ciwanên enternasyonalîst, diyar kirin ku divê ew li gel hevdu bisekinin û her kes piştgirî bide Şoreşa Rojava û gotin: “Çareserî xwerêxistinkirin û avakirina komunan e.”
Çeteyên HTŞ û SMOyê bi hevkariya dewleta Tirkiyeyê êrişî Rojava dikin û dixwazin axa Rojava dagir bikin. Li dijî êrişan li Bakur, Başur, Rojhilat, Tirkiye û welatên Ewropa çalakî tên lidarxistin. Kolektîfa RîseUp4Rojava (Ji bo Rojava Rabe Ser Pêyan) ku ji komek rêxistinên şorşerger pêk tê di çarçoveya seferberiya giştî de bi kampanyaya “Karwanê Gelan” banga çûyîna Rojava kiribû. Endamên karwanê ku hatin Stenbolê têkildarî armanca hatina xwe ji Ajansa Welat re axivîn.
‘Divê em wekî jinên Ewropayî xwedî li vê şoreşê derkevin’
Ji ciwanan Anna Ellenberger diyar kir ku ew şoreşgereke ji Almanyayê, endama Însiyatîfa Konfedaralîzma Demokratîk e û wiha axivî: “Min berî du sal û nîvan şoreşa Rojava naskir. Kesên ku tev li şoreşa Rojava bibûn ji me re behsa Rojava kiribûn, naskirina min a Rojava wisa çêbû. Şoreşa Rojava şoreşa sedsala me ye. Jinên ku li Rojava li ber xwe didin bi bîr tînim. Divê em wekî jinên Ewropayî xwedî li vê şoreşê derkevin. Ji ber ku dewleta me alikariya Colanî dike. Wekî jinên Ewropayî me dît ku em jî di bin zextê de ne. Ji bona wê divê em xwedî li vê berxwedanê derkevin.”

‘Divê em vî şerî rawestînin’
Anna Ellenberger di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê ji bo gelên Rojava werin gel hev û ev tişt anî ziman: “Dem dema bilindkirina dengê Rojavayê ye. Divê çi ji destê me bê em bikin, jixwe dem dema vê ye. Ez ji dewleta xwe bawer nakim û dewleta ez lê dijîm min temsîl nake. Dengê Rojava bi parlamentoyên Ewropayê bilind nabe. Çareserî xwerêxistinkirin û avakirina komunan e. Divê em li dijî vî şerî bi rola xwe rabin. Ji ber ku çekên li Rojava tên bikaranîn dewleta me hildiberîne. Berpirsiyariya me di vî şerî de heye, ji bo wê divê em vî şerî rawestînin. Çareseriya demkî belkî li parlamentoyên Ewropayê be lê çarseriya demdirêj avakirina komunan e. Ji bo Rojava rabin ser pêyan. Bijî berxwedana Rojava.”
‘Divê her kes li pişt Şoreşa Rojava bisekine’
Yek ji ciwanên din Nico Ehrenberger jî diyar kir ku ew bi hestên şoreşgerî hatiye vir û wiha got: “Em ev demekî dirêj e çalakiyên bi navê ‘Berxwedana enternasyonalîst bilin bike’ li dar dixin. Min li wir hevalên Kurd naskir. Dema agahiya min ji Karavana Gelan çêbû min xwest ku tevlî karavanê bibim. Divê em li gel hev du bisekinin. Di pêşerojê de jî em ê li gel hev bin. Gelên li Almanya dibêjin ‘em demokratîk in’ heke wisa be divê li pişt Şoreşa Rojava bisekinin. Gelên Ewropa dikarin gelek tiştan bikin. Gelek kes di salên dawî de gelek tişt ji Şoreşa Rojava hîn bûn. Em jî dibêjin divê her kes li gel Şoreşa Rojava bisekine.”

‘Divê em piştgiriyê bidin hev’
Wiktoria Fremde Tischlerin jî destnîşan kir ku di sala 2017an de wê Şoreşa Rojava nas kiriye û got: “Di 2 salên dawî de ez tev li çalakiyên ji bo Rojava bûm. Herî dawî jî tiştên ku li Rojava diqewime min dît. Min ew êrişan li ser azadiya xwe his kir. Wê demê jî min fêmkir ku divê ez hin tiştan bikim û bi rê bikevim. Banga min hevrêyên min ên enternasyonalîst re ye; werin gel hev û em bi hev re rabin ser pêyan. Cih ferq nake, divê em werin gel hev û piştgirî bidin hev.”














