• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Stargeha DAIŞê hat bombebarankirin: 6 çete hatin kuştin

    Stargeha DAIŞê hat bombebarankirin: 6 çete hatin kuştin

    Saziyên Mêrsînê: Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî

    Saziyên Mêrsînê: Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî

    Rejîma Îranê darvekirina Şerîfe Mihemediyê erê kir

    Rejîma Îranê darvekirina Şerîfe Mihemediyê erê kir

    Dayikên Şemiyê ji bo Selîm Acar edalet xwestin

    Dayikên Şemiyê ji bo Selîm Acar edalet xwestin

    Polîsan ew 3 caran binçav kir û dawiyê winda kir

    Polîsan ew 3 caran binçav kir û dawiyê winda kir

    Hesabê Înstagramê ya Rojnameya Xwebûnê hat girtin

    Hesabê Înstagramê ya Rojnameya Xwebûnê hat girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Ciwanên HDKê: Hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare aştiyê pêk bîne

Navenda Nûçeyan / AW

15 HEZÎRAN 2025 - 19:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Meclîsa Ciwanan a HDK’ê li Stenbolê konferans li dar xist. Ciwanan diyar kirin ku aştiya mayînde bi hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare pêk were.

Meclîsa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi mijara ‘ciwan û civaka demokratîk’ li navçeya Kagithanê ya Stenbolê konferansa wê du rojan bidome li dar xist. Gelek ciwan tevlî roja ewil a konferansê bûn. Konferans bi pêşandana sînevîzyona li ser berxwedana Kobanê destpê kir. Pankarta bi nivîsa “Em di rêxistinbûna cewherî de pêşeroja sosyalîst ava dikin” li eywanê hate daleqandin û gelek caran dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.

Rûniştina ewil a konferansê bi sernavê “Ji Bo Civaka Demokratîk Avakirina Berxwedanê” hate kirin. Di vê rûniştinê de nûnerên ji rêxistinên cuda ên ciwanan axivîn.

Rojhat Demîrdoken (Yekîtiya Xwendekarên Şoreşger): “Em ji bo çîna karker û zanîngeha demokratîk li ber xwe didin.”

Yûnûs Emre Ozel (Însiyatîfa Xwendekaran): “Aştî ne tenê bêçekbûn; pêvajoyeke ku tevlîbûna civakî jî di nava xwe de dihewîne ye. Zanîngeha demokratîk rasterast bi têkoşîna demokratîk a welat re girêdayî ye.”

Beyda Ceylan (Ciwanên Azadîxwaz): “Divê serhildana ciwanan were birêxistinkirin.”

Ozge Nîsa Eker (Meclîsa Ciwanan a HDK’ê): “Rêber Abdullah Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêş xistiye. Ev pergal li Rojava jiyanî bûye, HDKê jî rêxistinekî sîwanê ye ku vê derbasî Tirkiyeyê dike. Em dizanin ku heta ku em gel birêxistin nekin wê tu hêman kêr neyê. Ji ber vê yekê HDK’ê rêxistinkirina hemû gelan armanc dike.”

Mayîndekirina aştiyê erka ciwanan e

Di rûniştina duyemîn de jî bingehên civakî yên aştiyê, rola ciwanan a di veguherînê de û astên netewî û navneteweyî ya têkoşîna yekbûyî hate nirxandin.

Rêzan Kaganarslan (Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê): “Ciwan tenê bi civakîbûnê dikarin hebûna xwe biparêzin. Aştiya mayînde tenê bi hêza rêxistinkirî ya ciwanan dikare were pêkanîn.”

Yagiz Karayel (Platforma Ked û Edaletê): “Gelên bindest encex bi têkoşîna hevpar dikarin qezenc bikin. Divê em li dijî şerên çandî aştiya civakî ava bikin.”

Ozcan Berber (Fealiyeta Xwendekaran): “Divê em daxwazên aştî û azadiyê di zemîna civakî ya herî berfireh de bi têkoşîna kolektîf birêxistin bikin.”

Piştî axaftinan roja ewil a konferansê bi dawî bû.

Etîket: aştîciwanHDK.kongeras
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

Dogan: Daxuyaniyên Hakan Fîdan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

15 TEBAX 2025
‘Ma wazenê mezelanê Goristanê Sîsê newe ra virazime’

Goristana rûxandî di nav pûş de maye: Malbat dixwazin goran jinûve çêkin

15 TEBAX 2025
Li Êlihê dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ olan da

Li Êlihê dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ olan da

13 TEBAX 2025
Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

Lîsa Çalan: Divê komîsyon bi tiştên qewimîne re rûbirû bimîne

11 TEBAX 2025
Leşkerên Hikûmeta Demkî 2 ciwanên Efrînî revandin

Leşkerên Hikûmeta Demkî 2 ciwanên Efrînî revandin

9 TEBAX 2025
Reyhan Yalçindag: Divê guh bidin mexdûrên Roboskiyê

Reyhan Yalçindag: Divê guh bidin mexdûrên Roboskiyê

9 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (239)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne