Gelek rêxistinên ciwanan ku bi armanca şermezarkirina komkujiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê xwestin daxuyanî bidin, rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşê de gelek ciwan hatin binçavkirin.
Gelek rêxistinên ciwanan bi armanca şermezarkirina êrîşên hikûmeta demkî ya Sûriyê û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ku 4 roj in li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê pêk tînin, li Kampûsa Beyazîdê ya Zanîngeha Stenbolê hatin cem hev. Berî komên ciwanan bigihin hev polîsan qad dorpêçkir û destûr neda ku xwendekar bimeşin. Ciwanên hewil dan ji Xwaringeha Esnafan a Beyazîdê heta Meydana Beyazîdê bimeşin, rastî êrîşa polîsan hatin.
Gelek ciwan hatin binçavkirin
Polîsên êrîşî ciwanan kirîn, gelek ciwan derbkirin, binçav kirin û kelepçe kirin. Ciwanên ku demekî bi polîsan re ketin nav rageşiyê, bal kişandin ser komkujiya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê. Xwendekaran daxuyand ku polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê dibe sedema xizanî, bêkarî û qeyranên aborî yên gelên Tirkiyeyê û anîn ziman ku ew ê li hemberî van polîtîkayên şer bêdeng nemînin. Ciwanên daxuyanî dane banga têkoşînê kirin û wiha gotin: “Ciwan dê tu carî li hemberî polîtîkayên şer bêdeng nemînin.”













