Li bajarê Zurich ê Swîsreyê bi pêşengiya ciwanên Înîsiyatîfa Hêvî konferansek hate lidarxistin. Înisiyatîfa Hêvî piştî konferansê wek fermî damezrandina xwe ragihand.
Înîsiyatîfa Hêvî bi konferansekê li bajarê Zurich ê Swîsreyê wek fermî damezrandina xwe ragihand. Înîsiyatîfa ku ji ciwanên Kurd ên li dîasporayê ji dayik bûne an jî di temenê biçûk de li Ewropayê hatine dinê pêk tê, armanc dike ku li dîasporayê pêşengtiya têkoşîna azadî û naskirina fermî ya gelê Kurd bike.







