Ciwanên Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê salvegera 27emîn a Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê bi meşeke girseyî şermezar kirin û gotin: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Êzidî ye.”
Li Şengalê di salvegera 27’emîna ya Komploya Navnetewî ya 15ê Sibatê de ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn, bi pêşengiya Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê (YCÊ) bi meşeka girseyî hate şermezarkirin. Meşa ciwan ji ber navenda ciwanana Şehîd Fedakar Şengalî, heta dewreya Pîranî (yermuk) dom kir û li dewreya Pîraniya ciwanan daxuyaniyek dan.
Di meşê de wêneyên Rêber Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û bê navber dirûşim hatin qîrkirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê Şoreş Şengalî va hate dayin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di 15ê Sibata 1999an de li hemberî Rêber Apo komployeke navnetewî hate pêşxistin. Ev komplo di heman deme de êrişekî li hemberî azadiya gelên rojhilata Navîn bû. Rêber Apo bi pêşxistina paradigmaya Netewa Demokratîk komplo vala derxist. Felsefa Netewa Demokratîk bû heviya hemû gelan û bi taybetî gelê Êzidî. Em wekî ciwanên Êzidî komploya 15ê Sibatê şermezar dikin û di bêjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya gelê Êzidî ye.”
Meş bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ û “Ciwan fedayiyê Ocalan in’ dawî bû.













