Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hezaran kes ji bo êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê şermezar bikin meş li dar xistin. Ciwan bi keviran dan pey polîsên ku xwestin meşa ciwanan asteng bikin.
Bi banga Platforma Saziyên Demokratîk hezaran kes li navçeya Wêranşar a Rihayê li dijî êrişên çeteyên HTŞê, SMO û Tirkiyeyê çalakiya meşe hat lidarxistin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî çalakiya meşe ciwan li kolanan belav bûn û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.
Polîsan xwest ciwanan asteng bikin. Li ser vê yekê ciwan bi keviran ketin pêy polîsan. Demekê dirêj ciwanan polis dan ber keviran û di navbera ciwanan û polîsan de gengaşî derket. Polîsan bi xaza îsotê êrişî ciwanan kir. Li ser vê yekê ciwanan wesayitên polîsan jî dan ber keviran. Ciwan bi berzkirina dirûşmeyan belav bûn.








