Wan – Li Rojhilatê Kurdistanê Newroz, ji aliyê çandî, civakî û siyasî ve xwedî taybetmendiyên mezin û dîrokeke kûr e. Gelê Kurd Newrozê tenê ji bo hatina biharê pîroz nake, ew hebûn û nasnameya xwe di Newrozê de nîşanî hemû cîhanê dide. Ji baweriyê bigire heta çandê, ji dîrokê bigire heta têkoşînê jiyana baş, qenc û serfiraz bi navê Newrozê şênber dike.
Li her aliyek Kurdistanê Newroz di bin şert û mercên cuda de, bi cureyên cihê tê pîrozkirin lê armanc armanca hevpar û sereke her tim azadî ye. Li rojhilatê Kurdistanê jî Newroz ne tenê destpêka biharê ye; ew sembola hebûn, nasname û berxwedanê ye. Li vî perçeyê Kurdistanê, pîrozbahî bi rengên pir cuda û bi kûrahiyekî dîrokî tên lidarxistin.
Newroz agir û govend e
Çanda Newrozê li Rojhilat pir dewlemend e û gelek gund û bajar xwedî reseniyeke taybet in. Li her derê agir tê pêxistin, lê li gundên Hewraman û herêma Mukriyan, ev dibe merasîmeke pîroz. Agir li serê çiyayan an jî li nava gundan tê dadan. Di van rojan de her kes bi kincên herêmî derdikevin qadan. Ev nîşana parastina çandê ye. Govendên Rojhilat pir bi heybet in. Bi taybetî li gundên mîna Palangan û Tengîser, bi hezaran kes destê hev digrin û bi yek dengî û yek gavî govendê digerînin.
Newroz berxwedan e
Li Rojhilat, Newroz tu carî ji siyasetê qut nebûye. Ji ber zextên dewleta Îranê, pîrozkirina Newrozê dibe çalakiyeke siyasî. Pêxistina agir û hildana gulên sor an jî nîşanên Kurdî, wekî peyamekê ye ji bo îspatkirina nasnameya Kurdî li hemberî siyaseta asîmilasyonê. Malbatên girtiyên siyasî û şehîdan piranî diçin ser goristanan û li wir dest bi Newrozê dikin. Ev yek girêdana bi doza azadiyê re nîşan dide. Di salên dawî de, bi taybetî piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” Newroz bû qada qîrîna daxwazên azadîxwaz û demokratîk.
Newraz çand û xweza ye
Hinek der hene ku Newroza wan li seranserê cîhanê tê naskirin. Wekî pêşkêşkirina çand û xwezaya Kurdistanê ye. Yek ji van deveran jî Hewraman e. Li gundên mîna Palanganê, Newroz zûtir dest pê dike. Agir bi meşaleyan tê hilgirtin û li ser banên xaniyên wekî pêlekanan li dû hev tên dîmenek cuda derdixin holê. Sine û Mehabad jî dibin navenda kincên herî bedew û helbestên neteweyî. Li Rojhilat, Newroz tenê 21ê Adarê nîn e; carinan mehek berê amadekarî dest pê dikin û heta “Sizdehbedar” (roja 13emîn a Newrozê) bi geşt û seyranan berdewam dike.
Çanda Heftsînê
Yek ji kevneşopiyên herî sereke û sembolîk ên Newrozê ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û li gelek welatên din ên herêmê jî tê amadekirin. Ew sifreyek e ku 7 tiştên ku bi tîpa “S” dest pê dikin, li ser tên danîn. Her yek ji van her heft “S”yan xwedî wateyeke kûr a jiyanî û xwezayî ye. Sêv, sembola bedewî, tenduristî û evînê ye. Sîr, sembola parastina tenduristiyê ye. Simaq, sembola tîrêjên rojê û serkeftina ronahiyê li ser tariyê ye. Sincî, sembola aqilmendî û hezkirinê ye. Sîrke, sembola sebir û temenê dirêj e. Semenî, xwarineke şîrîn e ku ji gihaya genim tê çêkirin; sembola hêz, xêr û bêreketê ye. Sebze sembola vejîn û nûbûna xwezayê ye. Her wiha ji bilî van her heft tiştan, ji bo temamkirina bedewî û wateya sifreyê, ji bo ronahî û zelaliyê neynik, sembola jiyan û herikîna demê masiyên sor, sembola zayîn û afirandinê hêkên rengîn û nîşana çand û koka kûr pirtûk jî tên bicihkirin. Find ankû mûm jî li ser sifreyê cihê xwe digire û wateya ronahî û dîlanê ye.
Heftsîn û Heftşîn
Li hin herêmên kevnar ên Kurdistanê de tê gotin ku di eslê xwe de “Heft-Şîn” hebûye. Li vir tiştên mîna Şerab, Şîr, Şekir, Şebbo (kulîlk), Şem (mûm), Şemşad û Şahd (hingiv) dihatin bikaranîn. Piştî hatina Îslamê, ji ber ku “Şerab” hat qedexekirin, ev hinekî guherî û bû “Sîn”. Li malên Kurdan li Rojhilat, ev sifre nîşana xêrhatina biharê ye. Malbat li dora vê sifreyê kom dibin, dua dikin û dema ku sal diguhere dest bi cejnê dikin.
Cudahiyên pîrozkirina Newrozê
Cudahiyên herêmî di pîrozkirina Newrozê û amadekirina Heftsînê de li ser bingeha erdnîgarî, zarava, dîrok û baweriyan çêdibin. Her çend bingeha cejnê yek be jî, her herêmek rengê xwe yê taybet dide vê rojê. Erdnîgariya Kurdistanê bandoreke rasterast li ser wext û şêwazê pîrozbahiyê dike. Li Herêma Hewramanê ji ber ku herêmeke çiyayî û sar e, Newroza Hewraman hinekî zûtir dest pê dike. Ji ber ku xanî li ser hev hatine avakirin ku banê yekî hewşa yê din e, agir li ser banan tê pêxistin û dîmenekî mîna zincîra agir ava dibe. Li Germiyan û Deştan ku deverên germ in, Newroz bêtir bi çûna seyranan tê zanîn.
Cudahiyên çandî û folklorî
Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê zarava û eşîran ve pir dewlemend e. Li Herêma Mukriyan ku cihên wekî Mehabad û Bokanê digire nav xwe, cil û berg hinekî cuda ne û di govendê de rîtmeke taybet a dahol û zurnayê tê gerandin. Li Herêma Erdalan ku Sineyê digire nav xwe, Def di pîrozbahiyên Newrozê de roleke mezin dilîze. Newroz li vir bêtir bi rîtma defê û helbestên Kurdî yên klasîk tê pîroz kirin. Li Loristan û Îlamê jî kevneşopiyên wekî “Agir-Norûz” hene ku bi lîstikên siwarî û hespên xemilandî tê pîrozkirin.
Lîstikên Newrozê
Newrozên Rojhilat û govend
Di dema Newrozê de li Rojhilatê Kurdistanê gelek lîstik jî tên lîstin. Guranî û Helparke govendên herî zêde li qadên Newrozê derdikevin pêş e. Li herêmên mîna Sine û Mehabadê, govendên bi navên Sêpê, Geryan û Çapî tên gerandin. Cudahiya wê di Newrozê de ew e ku bi sedan kes destên hev digirin û bi yek rîtmê li erdê dixin. Di Newrozên rojhilatê Kurdistanê de lîstika şanoyî ya bi navê Kose jî cihek girîng digire. Lîstikeke din Hesp-siwarî ye. Li herêmên mîna Mukriyan û deştên Kirmanşanê, ciwanên Kurd bi hespên xwe yên resen derdikevin qadan. Siwar di dema bezandina hespan de nîşangirtinê û bazdanê nîşan didin. Lîstika Hêkên Rengîn jî herî zêde di nav zarok û ciwanan de belav e. Hêkên ku bi qalkên pîvazan an rengên xwezayî hatine kelandin û rengînkirin, li hev têne xistin. Hêka kê neşikê, ew serkeftî ye û hêka aliyê din dibe ya wî. Ev lîstik sembola zayînê û nûbûna jiyanê ye. Lîstika herî kevnar Gorên an Gorên-bazî ye. Lîstikeke kevnar e ku piranî li gundên Hewraman û Sineyê tê lîstin.
Ev lîstikên herêmî li Rojhilat dibin sedema, parastina ziman û hevgirtinê. Stran û metelokên ku di nav lîstikan de tên gotin, ziman zindî dihêlin. Li herêmên ku zextên siyasî hene, kombûna ji bo lîstikan dibe hincetek ji bo yekîtiya gel.
Sibê: Ji Ruhê Raperînê Ber bi Marqeyeke Cîhanî: Portreya Newroza Başûr













