Nivîskarê Rojnameya Welat Cumalî Dogan, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser şerê taybet ê AKPê û destnîşan kir ku Hesabê şerê taybet ê hikûmeta AKPê li hev nehat.
Nivîskarê Rojnameya Welat Cumalî Dogan vê hefteyê bi sernavê ‘Hesabê şerê taybet ê AKPê li hev nehat’ bal kişand ser planên hikûmeta AKPê û encamên wê. Nivîskar Cumalî Dogan anî ziman ku Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 1ê Cotmeha 2024an roja vekirina TBMMê de silav da DEM Partiyê û wiha nivîsî: “Ji wê rojê şûnde daxuyanî, bang û bersiva Rêber APO ya li dijî van bangawaziyan, rojeva Tirkiye û Kurdistanê diyar kir. Heta bi vê re sînorkirî nema, bandor li welatên Rojhilata Navîn û hêzên navneteweyî jî kir. Ji wê rojê heta niha di rojevê de cihê xwe digire.”
Nivîskar Cumalî Dogan, bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên ku di 12ê Adarê de destpê kirin û got: “Di rojên piştre de cihê xwe lûtkeyê de didomîne. Bi milyonan kesên ku li çar parçeyên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye û bajarên Ewropayê qadan tije kirin, bi dirûşman “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27ê Sibata 2025an de hat dayîn, silav kirin. Bi milyonan kesên ku li dijî serdegirtinên polîsan ên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û şaredariyên navçeyên Şîşlî û Beylîkduzuyê ku di encamê de şaredar û gelek xebatkarên wan û kesên bi wan re hatin girtin, daketin qadan û bertek nîşan dan. Ev xwedîderketina li eniya Tirkiyeyê derket holê tê wateya piştgiriyeke xurt û hêz dayinê.”
Cumalî Dogan, da zanîn ku hikûmeta AKPê weke ku heta niha kiriye; hêzên şerê taybet-qirêj li dijî bertekên ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên ku li ser zemîneke hevpar aniye cem hev, seferber kir û wiha lê zêde kir: “Di vî alî de bi rêya saziyên medyayê yên di bin kontrola xwe de serî li propagandaya reş a rêbazên şerê psîkolojîk da. Rojnameger, rewşenbîr û şopînerên înternetê jî di nav de bi hezaran kes ji bo lêpirsînê birin navendên êşkenceyê, bi sedan ji wan jî ji aliyê “dadgehê” ve hatin girtin û şandin girtîgehan. Sedema armanca şerê taybet a ku hikûmeta AKPê li hemberî gel dimeşîne, tê fêmkirin. Armanca wan ew e ku bi kevirekî çend qûçan biqelibîne. Bi van rojevên sûnî yên hatine afirandin, rojeva rast berovajî dike; armanca sereke ew e ku ji bo xwe ji qirêjiya ku heta qiriqê ketiyê xilas bike, hewl dide dem qezenc bike. Ji 1ê Cotmeha 2024an heta îro di vê rêyê de meşiyan. Gotin û daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên di mehên borî de kiribû; Rêber APO “li TBMMê di koma DEM Partiyê de dikare biaxive”, “tecrîd dikare bi dawî bibe”, “mafê hêviyê dikare were rojevê” terkî jibîrkirinê kirine. Dema ku nêzîkatiyek bi vî rengî derdixin pêş, li ser PKKê jî ‘dest ji çekan berde û xwe fesih bike” tê ferzkirin. Bi manîpulekirina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re hewl didin ku wan mijûl bikin û bikişînin nava “psîkolojiya bendewariyê”. Bi vê re sînorkirî neman. Ji 1’ê Cotmeha 2024’an û vir ve êrîşên tunekirin û qirkirinê dewam dikin. Ji 1ê Adara 2025an ve heta niha hêzên şerê taybet ên dewleta Tirk bi balafirên şer, helîkopter, SÎHA, tank, top û obus çekên giran ên qedexekirî; bombeyên fosfor, kîmyewî û nukleer taktîkî re ji hewayî û bejayî nêzî 10 hezar caran bombe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dibarînin. Aramanca wan ew e ku bi pêşveçûna bejayî re baregehên nû ava bikin. Di encama êrîşan de gerîla şehîd bûn. Tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Bakurê Kurdistanê dewam kir. Binçavkirin, êşkence û girtin bi hemû hêza xwe berdewam dikin. Komkujiyên li ser xweza û jinan, buhabûna jiyanê, bêkarî hîn zêdetir bûye. Êrîşên dagirkerî û wêrankirinê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Di komkujiya li gundê Berxbotanê yê Kobanê de ji malbatekê 8 jê zarok 10 kes û li Hesekê jî sivîlek di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan. Êrîşên li ser Bendava Tişrîn-Minbic û Pira Qereqozax-Kobanê, gund û bejahiya derdora wan dewam dikin û di encamê de şervanên HSDê şehîd û birîndar bûn.”
Cumalî Dagan bal kişan ser êrîşên li ser demokrat û sosyalîstan û wiha dirêjî da nivîsa xwe: “Dema ku ev tişt li Kurdistanê diqewimin; êrîşên li dijî şoreşger, demokrat û sosyalîstên Tirk jî zêde bûne. Pêşî Şaredarê CHPê yê navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozer ê ku di çarçoveya “Lihevkirina Bajêr” de bi piraniya dengan hatibû hilbijartin, girtin û qeyûm şandin şûna wî. Di rojên pêş de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, şaredarên Şîşlî û Beylîkduzuyê, gelek xebatkarên şaredariyê û bi dehan kesên ku têkiliya wan hebûn ji bo îfadeyê birin êşkencexaneyê û avêtin girtîgehê. Bi vî awayî hewl didin bi êrîş, zext û girtinê hêzên şoreşger, demokrat, sosyalîst û hemû hêzên muxalîf ên Tirkiyeyê ji xeterebûnê derxin û bi bêbandorkirina hemû hêzên muxalîf re tê xwestin ku ji pêşiya xwe derxin. Dema ku vê dike, hesab dike ku dikare demek dirêjtir li ser desthilatdariyê bimîne. Armanca AKPê yek jê ev e. Armanceke wê ya din jî ew e ku enerjiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, jin, ciwan, kedkar, bindest ên ku weke gefa herî mezin ji bo xwe dibîne ber bi kanalên cuda ve bikişîne û nehêle ku bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
Di berdewama nivîsa xwe de Cumalî Dogan bal kişand ser planên AKPê û got: “Lê belê hikûmeta şerê taybet a AKPê armancên danîbû pêşiya xwe pêk neanî. Mîna “Hesabê malê û sûkê li hev nehatin” bi encamên ku ne li bendê bû re rû bi rû ma. Weke encama vê yekê; piştî 1ê Cotmeha 2024an rojeva bingehîn a gelên Tirkiye û Kurdistanê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd a ku navenda wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, derket holê. Ji bo hikûmeta AKP’ê dem qezenc bike û xwe ji vê xitimînê rizgar bike; bi manîpulekirina gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û “kişandina nav psîkolojiya bendewariyê” bê encam ma. Berovajî vê yekê, qada manewrayê ya hikûmeta AKPê teng bûye û neçar maye ku li gorî wê polîtîkayên xwe ji nû ve di ber çavan de derbas bike. Ji bo parastina demokrasî û azadiyê hiştiye ku gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li ser bingeha hevpar bên cem hev û di vî warî de derfeta avêtina gavên bimawayekî berbiçav derxistiye holê. Bi awayekî vekirî aşkere bû ku hikûmeta AKPê li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên demokratîkbûn û azadiyê yên li Tirkiyeyê, çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd asteng e. Di vî warî de -tevî dijberiya hikûmeta AKPê jî- rê li ber xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê yên li ser bingehên mafdar û rewa vekiriye û roleke çalak lîstiye.”
Cumalî Dogan herî dawî bal kişand ser têkoşîna azadiyê û got: “Li ser vê bingehê, tevî hemû zext û êrîşên tund ên di dema pêş de wê zêdetir bibin jî, rê li ber têkoşîna hevpar a demokrasî û azadiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê vebûye. Ji 1ê Cotmeha 2024an û vir ve tiştên ku qewimîn rastiyek wiha derxist holê. Tişta ku tê xwestin ev rastî bên dîtin û pêwîstiyên wê were bicihanîn!”