Dadgeha Koreya Başûr bi sûcdariya raperîna 2024an rêxistin kiriye, Serokomarê berê Yoon Suk Yeol bi cezayê muebetê ceza kir.
Dadgeheke Koraya Başûr îro Serokkomarê berê Yoon Suk Yeol bi sucdariya raperînê rêxistin kiriye darizand. Serokkomarê berê Yoon Suk Yeol di meha Kanûna 2024an de li Koreya Başûr biryara rewşa awarte girt. Ji ber vê biryarê Yoon Suk Yeol hat girtin. Piştî darizanadinê Yeol bi pêşengtiya raparînê kiriye sûcdar hate dîtin û girtin. Dadgehê îro derbarê serokkomar de cezayê heta hetaya da.
Dadgeha Koreya Başûr di biryara xwe de diyar dike ku Serokomarê berê ji raperînê re pêşengtiyê kiriye. Dadgeh diyar kir ku Yoon Suk Yeol di serdema serokkomareya xwe de bi zanebûn biryara rewşa awarte daye û bi vê biryarê Meclîsa Neteweyî xitimandiye. Serokê Dadgeha Herema Navendî ya Sulhê Ji Gwi-yeon ji ber rê li ber van geşedanan vekiriye cezayê heta hetayê da Serokkomarê berê.








