Stenbol – Danişîna doza 38 endamên HDK û HDPê ku bi îdiaya “Endamê rêxistinê” tên darizandin, li 28emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza ji “endamê rêxistinê” li 21 kesan birî.
Danişîna biryarê ya doza ku 38 endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî heye ku 38 kes tên darizandin li 28emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê pêk hat.
Dozgeriyê di îdanameya xwe ya berê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ji bo 35 kesan ceza û ji bo 3 kesan jî beraat xwestibû. Di dawiyê de parêzerên ku mafên parastinê ji wan re hat dayîn û kesên tên darizandin parastinên xwe yên berê dubare kirin û xwestin ku biryara beratê bêdayîn.
Dadgehê li siyasetmedaran ceza barand
Dadgehê 13 kes beraat kir û 21 kesên ku di nav wan de Berdevkê Înîsiyatîfa 78an Celalettîn Can û endama Desteya Rêveber a Navendî ya DEMê Elîf Bulut jî heye bi îdiaya “Endamê rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Ji bo 3 kesên ku di nav wan de Gonca Yangoz jî heye bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” salek û 3 meh ceza hat dayîn.
Danişîn taloqî dîrokeke pêşdetir hat kirin.