Dadgehê di danişîna darizandina siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de bi îdiaya ‘propanganda rêxistinê kiriye’, 3 sal cezayê girtîgehê birî.
Danişîna doza parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Heyeta dadgehê di danişînê de bi îdîaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ 3 sal cezayê girtîgehê birî.
Parlamentera HDPê ya berê Aysel Tugluk di 29ê kanûna 2010an de bi hinceta “propaganda rêxistinê kiriye” der barê de doz hatibû vekirin. Dozgerê Komarê yê Amedê piştî doz li Aysel Tugluk vekiribû, 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz qebûl kir û dest bi darizandinê kiribû. Di sala 2012an de ji ber guhertina zagona beriya 31ê kanûna 2011an de rê li pêşiya taloqkirina cezayê kêmî 5 salan vekir, biryara taloqkirina ceza dabû.
Lê Aysel Tugluk dîsa di sala 2015an de li Wanê doz lê hat vekirin û Vê carê li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat darizandin. Dadgehê ceza birîbû. Piştî dadgeha Cezayên Giran a Wanê ceza birî, 3emîn Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk di 2022an de erê kir. Li ser vê biryarê dosya der barê Aysel Tugluk de hatibû vekirin, dubare vekirin. Danişîna doza der barê Aysel Tugluk de di 14e Çile de hat dîtin û dadgehê 3 sal cezayê ku li Tugluk hatiye birîn erê kir.
Aysel Tugluk ji ber xebatên xwe yên KCDê di sala 2016an de hatibû girtin. Tugluk bi îdîaya “Rêvebera rêxistinê ye” 10 sal cezayê girtîgehê birîbû. Aysel Tugluk ji ber nexweşiya Demansê li ser rapora ATKê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê di 27ê cotmeha 2022an de hatibû berdan.