Dadgeha Stenolê li nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan doz vekir. Dadgehê nûçeyên ku Mehmet Aslan amade kirine wek “qaşo nûçe” pênase kir û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” ceza jê re xwest.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li Nûçegîhanê wan (MA) Mehmet Aslan doz hate vekirin. Dozgerê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, der barê nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” îdîaname amade kir û doz vekir. 25emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê jî îdîaname qebûlkirin xebatên rojnamgeriyê yê Mehet Aslan wek sûc dît.
Dozger, di îdîanameyê de nûçeyên têkildarî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûc hesibandin. Dîsa dozger nûçeyên bi sernavên “Zavayê ji ber kesk, sor û zer hate girtin”, “Lozan a ku Kurdistan kire çar parçe sed salî ye” di dosyayê de bi cih kir.
Li gorî îfadeyên şahidê nepen hate diyarkirin ku Aslan “bi rêya çapemeniyê, xebatên rêxistinî” dike. Di îdîanameyê de ji bo nûçeyên Aslan hate gotin “qaşo nûçe”. Herwiha di îdîanameyê de ji bo pirsgirêka Kurd jî hate gotin “qaşo pirsgirêka Kurd”.
Danişîna doza Aslan dê îro bê lidarxistin.













