Dadgehên Iraqê dest bi lêpirsîna hezar û 387 çeteyên DAIŞê kir. Ev çeteyên DAIŞê hemû jî ji girtîgehên dibin kontrola HSDê de dihatin ragirtin û piştî aloziyên li Sûriyeyê ew veguhêztin Iraqê.
Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê ragihand ku wana dest bi lêpirsîna DAIŞiyên ji Suriyeyê hatine veguhestin û li Iraqê hatine bicihkirin, kirine. Encumena Bilind a Dadweriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku lêpirsîn ji aliyê dadwerên pispor ên di warê nehîştina terorê de tên kirin.
Li gorî Encumena Bilind ya Dadweriya Iraqê diyar kir ku veguhesina çeteyên DAIŞiyan didome. Her wiha dê hêjmara çeteyên DAIŞê yên bên Iraqê dê ji 7 hezarî zêdetir be.













