Hiqûqnasên Kurd, ji bo ku lîteratûra hiqûqê ya Kurdî pêşbixin dest bi xebatan kirin û Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) li Wanê damezrandin. DADSAZ, dê ji bo pêşxistin û xurtkirina lîteratura hiqûqê ya zimanê Kurdî xebatan bimeşîne.
Bi derketina Kovara Hawarê ya 15 Gulana 1932yan de ji aliyê Celadet Elî Bedîrxan ve zimanê Kurdî gihişt asteke din. Heta wê demê zimanê Kurdî bi tîpên erebî dihat nivîsandin. Lê cara ewil Kovara Hawar bi tîpên Latînî û alfebeya Kurdî hat derxistin. Nûnerên saziyên ziman li ser vê yekê di sala 2006an de 15 Gulanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî ragihandin. 19 sal in Kurd li her derê 15 Gulanê weke cejnekê pîroz dikin û giringiya zimanê dayikê tînin ziman. Bêgûman vê yekê hişmendiyeke ziman di nava Kurdan de avakiriye. Lewma xebat û lêkolînên li ser Kurdî her ku diçe zêdetir dibe. Li Wanê jî hiqûqnasên Kurd, ji bo ku lîteratûra hiqûqê ya Kurdî pêşbixin dest bi xebatan kir. Li ser vê bingehê di 21ê Sibata 2015an Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) ava kirin û li ser vê bingehê dest bi xebatan kir.
Endamê DADSAZê Veysî Atay ku li Wanê parêzeriyê dike, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji bo ajansa me Ajansa Welat re axivî û bal kişand ser qelsbûna lîteratûrên Kurdî.
Veysî Atay, ewilî behsa 15ê Gulanê kir û diyar kir ku 15ê Gulanê rojeke pîroz e. Veysî Atay, anî ziman ku ev bi salan e her çar milên Kurdistanê dewletan zimanê Kurdî qedexe kirine û got: “Lê, gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derketiye û parastine. Ji bo parastina ziman nivîsîn rêyeke berxwedanê ye, lewma rojname û kovar hatin derxistin. Çapkirina Kovara Hawar xebateke pîroz bû û neviyên wan ên ev kovar derxistin jî ji bo rêzdariyê ev roj weke Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar kirin. Em jî li ser navê DADSAZê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.”
Armanca DADSAZê pêşxistina lîteratura hiqûqê ye
Di berdewamiya axaftina xwe de Veysî Atay, bal kişand ser bandora ziman a li ser netewbûyînê û got ku hîmê netewbûnê ziman e. Veysî Atay, da zanîn ku divê di zimanê Kurdî de standardîzasyonek pêk bê ku têkiliya her çar milên Kurdistanê xurt bibe û ev tişt got: “Me jî DADSAZ li ser vê hişmendiyê avakir û armanca me ew e ku têkiliyên hemû Kurdan xurt bibin. Me di 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê de DADSAZ damezrand û ev roj bi zanebûn hat hilbijartin. Zimanê Kurdî di gelek qadan de ji aliyê lîteraturê ve lawaz e û ji bo ku vê lawaziyê ji holê rake DADSAZ hat avakirin. Armaca me ya sereke yek jî ew e ku zimanê Kurdî ji aliyê lîteratura hiqûqê ve pêş bikeve. Em dixwazin lîteratura hiqûqê ya bi zimanê Kurdî di nava gel, parêzer û hiqûqnasan de belav bikin.”
DADSAZ komeleyeke serbixwe ye
Veysî Atay, destnîşan kir ku beriya DADSAZê komxebatên hiqûqê di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de hatiye kirin û binê wê xêz kir ku weqfê li ser têgehên hiqûqê çend salan xebat meşandine. Veysî Atay, bi bîr xist ku damezrînerên DADSAZê jî li ser van têgehan di bin banê Baroya Wanê de 3 salan xebat meşandine û wiha pê de çû: “Ev xebat û vê perwerdehiyê hêz da me ku em gavekê biavêjin û bi parêzerên din re jî par ve bikin. DADSAZ, komeleyeke serbixwe ye û têkiliyên wê bi gelek saziyan re hebe jî, girêdayî ti saziyan nîne. Tenê parêzer, hiqûqnas û xwendekarên hiqûqê dikarin bibin endamên DADSAZê û ji bilî van kesan ti kes nikare bibe endamê komeleyê.”
Xebatên xwe vegot
Bi domdarî Veysî Atay, bi lêv kir ku ew dixwazin bi perwerdehiya hiqûqê dest bi xebatên xwe bikin û got ku armanca vê yekê jî pêşxistina lîteratura hiqûqê ya li herêmê ye. Veysî Atay, diyar kir ku ew dê wergeran jî bikin û bi domdarî wiha got: “Em dê belge û peymannameyên navneteweyî werger bikin. Weke tê zanîn pergalên hiqûqê yên li çar perçeyên Kurdistanê ji hev cuda ne û fêmkirina hiqûqê jî hinekî zihmet e. Ji ber ku Kurd bikaribin naveroka van pergalan fêm bikin, xwe bi Kurdî biparêzin û bikaribin bînin ziman em ê xebatan bimeşînin. Her wiha em dê naverokên ji bo pirtûkan ên bi Kurdî amade bikin. Hem li herêmê, hem navxweyî û hem jî navneteweyî em dixwazin xebatan bimeşînin.”
‘Kurdî di warê hiqûqê de dewlemend e’
Veysî Atay, binê wê xêz kir ku neteweya Kurd jî weke neteweyên din hêjayî sûdgirtina mafê mirovan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mixabin Kurdan ti derfet nedîtîne ku naverokan van belge û peymannameyên navneteweyî bi zimanê xwe bixwîne. DADSAZ, dixwaze vê kêmasiyê ji holê rake. Bila gel, hiqûqnas, parêzer hwd. ên Kurd bigehijin wê baweriyê ku zimanê Kurdî di warê hiqûqê de gelekî dewlemend e. Em dikarin vê dewlemendiyê xurttir bikin û lîteratura hiqûqê zêdetir pêş bixin.”