DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir. Li ser rêya Hesekê-Reqayê 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kuştin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa bombeyê ya şaneyên çeteyên DAIŞê ya li ser benda konrolê ya li ser rêya Reqa-Hesekê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: ” Şaneyeke çekdar a rêxistina terorîst a DAIŞê vê sibehê saet di 09.00an de li ser benda kontrolê ya herêma Sebah El Xêr ya li ser rêya Reqa-Hesekê, mayînek bi erebeya dewriyeyê dewriyeya hêzên me (Beşa Karwan û Rêyan) ve teqand. Di encama êrişê de de 3 endamên me dema erka xwe ya parastina rêyan û tevgera sivîlan bi cih dianîn, şehîd bûn. Endamekî din birîndar bû ku niha tedawiya bijîşkî ya pêwîst dibîne. Pisporên mayîn û teqemeniyan ji bo tesbîtkirina cihê mayînê û bêbandorkirina wê lêgerînê dikin.”