Li Kantona Reqayê, çeteyên DAIŞê êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Di encamê de endamekî ewlekariya hundirîn jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Şevê din DAIŞê li Reqayê êrîşî Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku 4 çeteyên DAIŞê şevê din saet di 18:00an de bi motorsîkletê êrîşî benda kontrolê ya Camîa ya li başûrê Reqayê kiriye. Hate ragihandin ku di êrîşê de endamekî hêzên ewlekariya hundirîn jiyana xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyê di êrîşê de sivîlek jî birîndar bû.