Şervanên YPJ, YPG û HSDê 8 sal berê bi alîkariya hêzên koalîsyonê Reqa ji destê DAIŞê rizgar kir û radestî gelê Reqayê kir. Piştî Reqa ji destê DAIŞê rizgar bû, gel xwe bi rêve bir û dest bi parastina xwe kir . Rêveberiya Xweser a Reqayê êdî xwe bi rêve dibe, diparêze û debara xwe dike.
Di sala 2013ê de şerê navxweyî yê Sûriyê de bajar kete bin kontrola DAIŞê û bû paytexta DAIŞê. Piştî DAIŞê dest ranî ser Reqayê, her roj Hikûmata Şamê, Rûsya, DYA, Fransa, Urdun û dûgelên din ên Ereban bajêr bombebaran dikin. Di 6ê Hizêranê 2017an de hêzên QSDê ji bo Reqayê ji destê DAIŞê rizgar bikin, dest bi rizgarkirina bajar kirin. Di 17ê cotmehê de YPJê rizgarkirina Reqayê li cîhanê îlan kir. Di 20ê Cotmehê 2017ê da QSDê bi fermî ragihand ku bajarê Reqayê hatiye rizgarkirin.
Bajarê Reqayê di dîrokê de gelek caran hat dagirkirin. Herî dawî di 2013an de DAIŞê dagir kiribû. Lê piştî DAIŞê bi darê zorê bajar dagir kir, şervanên YPJ, YPG û HSDê bi têkoşîna 166 rojan di 17ê Cotmeha 2017an de Reqa ji destê DAIŞê rizgar kir û radestî gelê DAIŞê kir. Di ser rizgarkirina Reqayê re 8 sal borîn.
Bajar ji nûve ava kirin
Di encama şer û kiryarên DAIŞê de bajarê Reqayê ji sedî 65 bi temamî û ji sedî 85 bi awayekî qismî wêran bûbû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê binesaziya bajar ji nû ve xebatên jinûve avakirinê da destpêkirin. Bi avakirinê re şênî vegeriyan warê xwe. Li gorî daneyên 2024an, Rêveberiya Xweser di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de tevahî stasyonên ava vexwarinê (200 stasyon) sererast kirin û av gihaşt tevahî malan. Torên ceyranê jî sererast kirin û ji sedî 95 kanton ronî kir.
Pirên hilweşiyayî ji nûve ava kirin
Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û Şaredariya Gel ji destpêka rizgarkirinê ve gelek projeyên qîrkirina rêyan pêk anîn. 30 pir û tevahî kenalên avdanê sererast kirin. Di 6ê Hezîrana 2024an de jî Pira Nû (Reşîd) ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat vekirin. Meclisa Rêveber a kantonê bi tevahî komîteyên xwe yên xizmetguzarî û şaredarî projeyên kanalîzaysona ku ji sedî 85 wêran bûbûn, pêk anîn. Endamê Şaredariya Gel a Reqayê Husam Kolo di hevpeyvîneke xwe ya ANHA de diyar kiribû ku ji sedî 90 şebekeyên kanalîzasyonê yên bi zerar sererast kirin û li taxên Endelus, Diriye, Intîfada û Ekrad şebekeyên nû yên kanalîzasyonê vekirin. Li gorî Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê 30 hezar mal bi temamî wêran bibûn, 25 hezar mal bi awayekî qismî wêran bibû. Li gorî daneyên Şaredariya Gel a Reqayê, di 8 salên borî de 3 hezar û 722 ruxsetên avakirina avahiyên wêrankirî û yên nû hatin danîn.
Nexweşxane ava kirin
Di şerê DAIŞê de piraniya navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên giştî hatin wêrankirin û kel û pelên wan ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatin dizîn. Piştî rizgarkirinê, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê Nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê vekir. Nexweşxane ji klînîk, laboratwar, CT, ambulans, lênêrîna awarte, odeyên neştergeriyê yên sar, beşa şewatê, diyalîzê, talasemiyê û banka xwînê pêk tê. Yekemîn kargeha oksîjenê û beşa tumorên xirab (kanser) vekirin. Desteya Tenduristiyê ya Reqayê di sala 2023yan de di avahiya Nexweşxaneya Wetanî ya Reqayê de Nexweşxaneya Giştî ya Zarokan vekir. Di heman salên de projeya jinûve avakirina avahiya Nexweşxaneya Wetenî ya kevin dabû destpêkirin.
Heta 2024an li Reqayê 3 nexweşxaneyên giştî û 7 nexweşxaneyên taybet hatin avakirin. Komîteya Tenduristiyê li Nexweşxaneya Welidandinê Navenda Bersivdayîna Epîdemîk û Mamo-Krav vekir. Akademiya Tenduristiyê (Navenda Pêşxistina Şarezayên Bersivdana Epîdemîk) vekir.
Di van salan de ji bilî nexweşxaneyan 27 navendên tendurustiyê, 293 dermanxane yê ruxsetkirî, 22 laboratuar, 27 depoyên pêwîstiyên bibî û 42 depoyên dermanan li kantona Reqayê hene.
Dest bi xizmeta perwerdehiyê kirin
Piştî rizgarkirinê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê dest bi jinûve avakirina dibistanên wêrankirî û pêşxistina qada perwerde û fêrkirinê kir. Li gorî daneyên 2024an ên Desteya Perwerdehiyê, li Reqayê 430 dibistan hene, ji dema rizgarkirinê û heya niha 230 dibistan hatin sererastkirin û xebatên sererastkirinê dewam dikin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sala 2024-2025an mufrerata Rêveberiya Xweser derbasî dibistanan kir.
Li gorî agahiyên ku Hevserokê Komîteya Fêrkirinêy a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Îsmaîl El Ehmed, di 2024an de bi ANHAyê re parve kir, di 2024an de 430 dibistan hebûn. Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2021ê de Zanîngeha El Şerq li Reqayê vekir.
Warê çandiniyê ye
Bajarê Reqayê li ser çemên Firat û Belîxê dikeve herêmeke çandinî ye. Ji sedî 10 rûbera Reqayê erdên çandinî ye. Şêniyên Reqayê genim, ceh, pembo, garis û sebzeyan diçînin. Di nava 10 salên dawîn de cureyên din ên çandiniyê derbasî kantonê bûn û encam dan. Li Reqayê rêjeya çandina avî 93 hezar hektar e. 190 donim li keviyên çeman û kenal e. 140 hezar donim bi rêya bîran tên avdan. Rûberên projeyên avdaniyê 93 hezar hektar û rûberên avî yên li ser keviyên çem û kenalan 190 hezar donim û bi rêya bîran tên avdan jî 140 hezar donim. Li kantona Reqayê 24 stasyonê avdanê û 2 kanal hene.
Li gorî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê li kantonê 5 hezar kargehên xwarin, pîşesazî, ceyran, êm, cemed û pembo hene.
Milyon û nivek nifûsa wî hebû
Reqa an jî Qurmeya Firatê (bi erebî: ar-Raqqah) paytexta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bajar li kêleka Çemê Firatê hatî ye ava kirin. Reqa dikeve 160 km rojhilatê Helebê. Bajar di nav sala 796 û 809ê de paytextê Ebasîyan bû. Ev demê de xelîfe Harûn Reşîd bû.
Bajarê Reqayê yek ji bajarê herî kevn ê li ser rûbarê Firatê hatiye avakirin e. Li dora girê Zêdan ava bûye. Li gorî lêkolînên dîrokî mirov 6 hezar sal Beriya Zayinê (BZ) li vir bi cih û war bûne. Li vir şopa çanda Til xelef û Ubeyd li vir tê dîtin. Navê bajêr berê Kalînîkos bû. Di sala 636/637 de yekemîn car Kalînîkos ji aliyê hêzên Ereban ve hate dagirkirin. Cara duyan di sala 639an de dagir kirin. Navê bajêr kirin Reqa.
Di sala 771/772 de xelîfeyê Ebasî ferman da ku bajarekî nû yê baş parastî li rojavayî Reqayê bê avakirin. Navê wî bajarî kirin “Elrafîqa= Rêheval” an jî “Hevala Reqayê”. Lê piştî demeke kurt ev nav nehat qebûlkirin. Piştî wê herdû bajarên li rex hev bi navê “ALreqetan” an “herdu Reqa” hatin naskirin. Piştî demekê tenê bi navê Reqayê hat naskirin. Piştî herdu bajarên tenişta hev bi navekî hatin nasîn, bû bajarê herî mezin ê herêmê. Piştî Baxdayê û Şamê bû bajarê 3yemîn ê herî mezin.
Pitşî 25 salan, xelîfeyê ebasî yê herî navdar Harûn Elraşîd Reqa kir navenda xwe ya nû. Harûn Elraşîd li vir qesreke mezin bi firehiya 10 hektaran li bakur û bakurê rojhilatî bajarê cêwî ava kir. Di vê serdemê de dahatiyên Reqayê ji gelek çavkaniyan dihatin. Çavkaniyên sereke yên debarê çandinî, darên zeytûn û tirî bû. Dîsa vê serdemê li vir bazara koleyan hebû. Nêzî 6 hezar kole difirotin. Li gorî belgeyan wê demê gelek darên tûyê jî hebûn. Bi van darên tuyê yên li geliyê Belîx kurmê hevrîşmê xwedî dikir. Ji van kurman hilberîna qumaşê hevrîşmê dikirin.
Bi dehan salan, Reqa di bin desthilata Ebasiyan de ma. Di dema desthilata Hemdaniyan de, bandorek neyînî li Reqayê bû. Di sedsala 10an de gelek hozên koçerên ereban hatin li vir bi cih bûn. Sed sal şûnde Nûmeyriyan, yên ku tu armanc û hêviyên wan ên şaristaniyê tune bûn, dest danîn ser Reqayê. Piştî demekê Mogol hatin û bajarê Reqayê dagir kirin. Piştî demek dirêj Bajarê Reqayê di bin serweriya Osmaniyan de ma. Di destpêka şerê cîhanî yê duyem, derdora 300 malbatî li vê deverê hebûn. Piraniya wan li rojhilatî sûrha bajêr rûdiniştin. Di gund de mizgeftek, bazarek piçûk, çayxaneyek, postexaneyek, navendek leşkerî û kargeheke çêkirina sûsê hebûn. Bi sedema pirsgirêkên ku piştî şer derketin, Reqayê serxwebûna xwe ragihand û piştî salekê ji guftugoyên zor û operasiyonên leşkerî lihevhatinek li ser sînoran çêbû û Reqa ket bin desthilata Fransayê de.
Di sala 1942an de hêza Brîtanyayê pêşxistineke nû kirin. Bîrên kevn rakirin û di şûna wan de pireke hesin ava kir. Piştî şer, bajar bi pêş ve ket û bazirganî geş bû. Di dawiyê de, Sûryayê serxwebûna xwe di 17 nîsana 1946 an de ragihand. Heta şoreşa gel li Sûriyeyê pêş ket, Reqa di bin serweriya Rejîma Baasê de bû.
DAIŞê di 2013 li Dêre Zorê û Reqa bi cih bû. Piştî DAIŞê xwe li Reqa bi cih kir li Sûriyê belav bû.