Dadgehê danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan taloqî 11ê sibatê kirin
Danişîna 7emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” tê darizandin, li 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Abdullah Zeydan û parêzerên wî hincet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn. Dozger, xwest Zeydan were cezakirin. Dadgehê jî hincet qebûl kir û danişîna dozê taloqî 11ê sibatê kir.