Danişîna duyemîn a doza kuştina Narîn Guran a 8 salî dest pê kir.
Danişîn duyemîn a doza qetilkirina zaroka 8 salî Narîn Guran a ku di 21’ê Tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8ê Îlonê de hate dîtin, tê lidarxistin. Danişîn, li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Dayika Narîn Guranê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apê wê Salîm Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar di dozê de tên darizandin. Ji bo her çar bersûcan jî cezayê muebbeta girankirî tê xwestin. Her 4 bersûc jî di saetên serê sibehê de anîn edliyeyê.
Beriya danişînê, derdora edliyeyê hate dorpêçkirin. Parêzerên aliyan di danişînê de amade bûn. Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê, parêzerên Baroya Amedê, parêzerên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên zarok û jinan tev li bûn. Danişîn didome.