Wêne/izm-26-02-2026-itiraza-zaroka-pora-xwe-hunabu-hate-redkirin
Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Îzmîrê careke din daxwaza berdana A.K. ya 16 salî ku ji ber parvekirina dîmena hûnandina pora xwe hatibû girtin, red kir.
A.K. ya 16 salî ji ber dîmena porê xwe honandibû û li ser medya dîjîtal parve kiribû hatibû binçavkirin û girtin. Parêzerê A.K. ji bo berdana wê, serî li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Îzmirê da. Dadgehê bi hêncetên “di dosyayê de têkildarî propagandaya rêxistinê gumanên xurt hene”, “delîl nehatine berhevkirin”, “şertên kontrolkirina edlî têrê nakin” îtiraz red kir.
Hat ragihandin ku dadgehê bi yekdengî biryar da ku rewşa girtinê ya A.K. bidome.










