Danişîna Doza Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Erê kiribû û bibû sedema mirina wê, li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1emîn a Êlihê hat lidarxistin. Di danişînê de daxwaza girtina Musa Orhan hate redkirin û doz taloqî 22yê Nîsanê hate kirin.
Danişîna Doza Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Erê kiribû û bibû sedema mirina wê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1emîn a Êlihê hate lidarxistin. Di danişînê de malbat û xizmên Îpek Erê, Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Semra Guneş, Aktîvîstên TJAyê, parêzerên Baroya Êlihê û gelek kes li Eywana danişînê amade bûn.
Îpek Er a 18 salî ji Batmanê xwendekar bû piştî tecawiza Çawişê Pispor Mûsa Orhan di 18ê Tebaxa 2020an de hewl da ku xwe bikûje û di 16ê Tîrmehê de jî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku Mûsa Orhan gelek caran bi dermanan tecawizê pêk aniye û lewma jî Îpek Er gelek caran ketiye hewldana xwekuştinê.
Mûsa Orhan: Torpîla min heye
Dayîka Îpek Erê, Hîkmet Er di danişîna îro de amade bû. Hîkmet Er diyar kir keça wê gelek caran gef lê hatiye xwarin û wiha got: “Heta çend roj beriya xwe bikuje Mûsa Orhan hatibû wê ji malê biribû û ji keça min xwestibû ku hemû cilên xwe jî bi xwe re bîne. Serê sibê hat keça min ji malê bir û haya me tu kesê pê nebû. Roja din jî bi çekê gef lê xwaribû û wê biribû li mala xwe ya li Sêrtê. Li wê derê ji keça min re gotiye ‘Ji malbata xwe re bêje ez ê te û hemû malbata bikujim. Ez hêzekî ewlehiyê yê dewletê me, torpîla min heye.’ Piştre wê biribû û heta hefteyekî li cem xwe girtibû û tecawizî wê kiribû.”
‘Weke Narîn li keça min jî kirin’
Hîkmet Er destnîşan kir ku Mûsa Orhan dema hatiye li malê ji keça min xwestiye bi perdeyê ji şaneşîna malê xwe berde xwarê û wiha got: “Van tiştan hemû keça min ji min re got. Vana negota min ê çawa bizana. Heke min wê demê zanibana ku keça min ketiye destê wî, min ê wê demê giliyê wî bikira. Dema Mûsa Orhan keça min bir, keça min ji min re got, ‘Dema min bir, mifteyê ji hevalê xwe girt û em bi wî awayî derbasî malê bûn.’ Wê biriye mala hevalê xwe û tecawizî wê kiriye. Navê hevalê wî jî Alî bûye. Her du jî hevalên hev in. Dema hevalê wî derket ji Orhan re gotiye derî baş bigire. Derî bigirê û êdî di wê navberê de dest bi îşkenceya fîzîkî dikin. Wê tazî kiriye, ava cemidî li laşê wê kiriye û tecawizî wê kiriye. Îpek dema hatiye ser hemdê xwe ji Mûsa Orhan gotiye ‘Ez ê giliyê te bikim.’ Weke Narînê li keça min kirin.”










