Di nobeta ku bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser li Nisêbînê hatiye destpêkirin de dayîkekê bi stranan deng da Rojavayê Kurdistanê.
Li Nisêbînê nobeta ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin berdewam dike. Welatiyên di nobetê de li aliyekê rewşa Rojava û êrîşên çeteyên HTŞ, DAIŞ, SMO ku ji hêla Tirkiyê ve tên rêvebirin, dişopînin û li aliyê din jî bi stran û sloganan dengê xwe digihînin aliyê din. Beşdarên nobetê bi hev re hem stranan dibêjin û hem jî sloganên piştgiriya Rojava dikin berz dikin. Dengê sloganên, “Yek yek yek, Kurdistan yek welate”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me” û “Rojava xeta me ya sor e” berz dikin.













