• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

    Di 1994an de kê ew gund vala kir?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayik: Zarokên me ji ber zilmê çûn çiyê

Navenda Nûçeyan /AW

11 ÇILE 2025 - 16:31
Kategorî: ROJANE
A A
Meclisên Dayikên Aştiyê yên Amed, Mêrdîn, Riha û Êlihê li Amedê kom bûn û ji dewletê xwest ku ji bo aştiyê gavên erênî û ji dil bavêjin. Dayikan xwestin ku êdî gerîlla û leşker neyên kuştin û şer bi dawî bibe.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Êlih, Mêrdîn û Rihayê hatin li Amedê kom bûn û têkildarî hevditina heyeta DEM Partiyê ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re daxuyanî dan. Dayikên Aşitiyê destnîşan kirin ku dewlet ji bo çareseriyê û aştiyê ne samîmî ye û xwestin her kes ji bo aşitiyê têbikoşe.

Li ser navê dayikên Êlihê Meyase Akdag di çalakiyê de axivî û got: “”Ez him dayika aşitiyê him jî dayika şehîdan im. 27 sal in ez ji bo aşitiyê têdikoşim.
Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Xwîn bi avê tê şûştin. Ez bangî dayikên tirk jî dikim, bila esker jî polîs jî neyên kuştin. Bila gerîla jî neyên kuştin êdî bes e. Werin em hemû li dijî vê zilmê rabin. Ez ji vir heta serê çiyan silav û rêzên xwe ji şervanên li çiyê re dişînim. Zarokên me ji ber zilm û zordariyê çûne serê çiyan. Ji kêfa neçûne.”

Dayika Aşitiyê Raife Ozbek jî li ser navê Dayikên Aşitiyê yên Amedê axivî û got: “Îro Recep Tayip Erdogan li Amedê ye. Em wek dayikên aştiyê li vir bangî wî dikin. Yekane daxwaza me aştiye. Aştî tiştekî pir xweş e. Bila tu kes ji aştiyê nerevin û aştiyê piçûk nebinin. Îro di vî şerî de gerila jî, gel jî her kes dimire. Tırkiye bi salan e zilmê li me dike. Em dibêjin êdî bes e. Bi trilyonan pere Tirkiyeyê diçe vî şerî, ji ber vê evqas feqîrî heye. Tu qezenca şer ji bo kesî tune ye. Em wek dayikên Aşitiyê bi salan e deste xwe dirêjî dayikên leşker û polîsan dikin. Lê deste me li hewa dimîne. Ev nêzîkatiyeke nerast e. Zarokên me jî yên wan jî dimirin. Lazim e ew jî aştiyê bixwazin û destê xwe bidin destên me. Em bi hev re aştiyê pêk bînin. Em dixwazin êdî bes xwîn birije.”

Li ser navê dayikên Aşitiyê yên Rihayê Meyase Korkmaz jî axivî û wiha got: “40 sal in Dayikên Aşitiyê daxwaza aştiyê dikin. Ez bangî dayikên tirk, kurd, elewî, ermenî hemû dayikan dikim. Deste xwe bidin destên me. Em bi hev re aştiyê bixwazin. Em dayikên aştiyê û dayikên şehîdan in. Em ê canê xwe bi qurbana zarokên xwe bikin. Em dibêjin xwîn bi xwînê nayê şûştin, xwîn bi avê tê şûştin. Dayik li ser piya nin û ji bo zarokên xwe têdikoşin. Rêya zarokên me rêya têkoşîn û berxwedanê ye. Ez li vê derê hemû berxwedêran silav dikim.”

Li ser navê dayikên Aşitiyê yên Mêrdînê jî Tenzîle Akatay axivî û got: “Em li dijî şer in. Em aştî û azadiyê dixwazin em qetlîaman naxwazin. Ez li vir bang dayikên esker û polîsan jî dikim dibêjim bes e. Êdî hûn jî li dijî vî şerî derkevin. Bila ne zarokên we ne jî yên me bimirin. Îro dewletê destê xwe dirêjkir. Lê ne samîçî ne. Em dibêjin divê hûn samîmî bin, gavên erênî bavêjin. Daxuyanî bi dirûşmên “Dayik şer naxwazin. Aşitî dixwazin.” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

Hêzên hikûmeta demkî li Siwêdayê 2 kes birîndar kirin

7 MIJDAR 2025
Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

Li Licê bi girseyî serdana şîna Zagros Serdar hate kirin

6 MIJDAR 2025
Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

Girtiyê siyasî Zekî Bulut qeyrana dil derbas kir

6 MIJDAR 2025
Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

Bi girseyî çûn sersaxiya Çekdar Hanî

6 MIJDAR 2025
Di 10 mehan de 315 jin hatin kuştin

Di 10 mehan de 315 jin hatin kuştin

6 MIJDAR 2025
Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek kuştin

6 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (96)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne