Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê li ser gora Dayika Aştiyê Sakîne Aratê ya li Goristana Yenîkoyê wê bibiranîn. Dayika Aştiyê Murvet Demîr a Sakîne Arat bi bîr anî û wiha got: “Pêşenga me bû, jineke mînak bû. Em bejna xwe li ber ditewînin.”
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê li ser gora Dayika Aştiyê Sakîne Aratê ya li Goristana Yenikoyê ya navçeya Rezan a Amedê ew bibiranî. Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Peyasê, ferdên malbata Sakîne Arat û gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de Dayikên Aştiyê wêneyê Dayika Aştiyê Sakîne Aratê danî ser gorê û gor bi kulîlkan xemiland. Dayikan li ser gorê Quran xwendin û dua kirin. Pişt re deqîqeyekî rêz hate girtin. Dayîka Aştiyê Murvet Demîr ewilî axivî.
‘Dayika Sakîne pêşenga me bû’
Murvet Demîr di serî de Dayika Aştiyê Sakîne Arat bibîranî û wiha got: “Em dayîka xwe dîsa bi bîr tînin. Dayîka Sakîne ne tenê dayîka me bû, dayîka tevahî gelê Kurd bû. Gava mirov dibêje ‘dayîk’, eger wateya dayîktiyê zanibin çi ye, her kes fam dike ku Dayîka Sakîne dayîkeke çawa bû. Dayîka Sakîne dayîka Kemal bû, Cemal bû, Xeyrî bû, Necmî bû; Dayîka me hemûyan bû. Li ber deriyê girtîgehê, berxwedan û serhildan li ku derê hebe, Dayîka Sakîne di nav de bû. Pêşenga me bû, jineke mînak bû. Em dîsa wê bi bîr tînin, bejna xwe li ber ditewînin.”
‘Di jiyana xwe ya 90 salî de êş û mirin bi cih kir’
Pişt re keça Sakîne Arat, Zelal Arat a axivî, spasiyên xwe pêşkeşî Dayîkên Aşitiyê kir û wiha got: “Îro salvegera yekemîn a dayîka min e ku we em li vir tenê nehiştin. Dîsa ez bejna xwe li ber wan hemûyan ditewînim. Îro min bi rastî baş fêm kir; ew ne tenê dayîka min e. Wê di jiyana xwe ya 90 salî de koçberî, sirgûnî, êş û mirin bi cih kirin. Bi qasî wan, kêfxweşî jî di jiyana xwe de bi cih kir. Perçeyek ji wan kêfxweşiyan niha li vir e; rêhevalên wê, Dayikên Aştiyê. Ji wefatkirina wê heta îro û beriya wê jî, gelê me yê hêja dilsozî, hezkirin û rêzdariya xwe bi hestên herî kûr nîşanî me da.”
‘Sê zarokên wê jî di vê têkoşînê de şehîd bûn’
Xizmê Sakîne Aratê Sînan Ongoren jî anî ziman ku Dayîka Sakîne eslê xwe ji malbateke têkoşer tê û wiha got: “Bavê wê şehîdê îdamê bû, bi Şêx Seîd re hatibû darvekirin. Du apên wê şehîdên şer bûn; yek li Geliyê Zîlan, yek jî li Deşta Sînanê şehîd ket. Koka wê di nav têkoşînê de bû, di nav serhildanê de bû. Piştî van şehîdan, sê zarokên wê jî di vê têkoşînê de şehîd bûn. Ew ti carî ji van neqeriya, ti carî van ji bîr nekir. Her tim li pêşiya malbata xwe bû, pêşenga me bû. Em bi wê serbilind in.”
‘Ciwanan re ciwan bû, bi zarokan re zarok bû’
Hevalê kurê Sakîne Aratê yê girtîgehê Ganî Alkan jî di axaftina xwe de diyar kir ku Sakîne Aratê bi rêzdarî bi bîr tînin û got: “Dayê, îro tu di dilê rêhevalên xwe de ku hatine vir dijî. Di têkoşîn û çalakiya wan de her dem Dayîka Sakîne li pêş bû. Dema ku Cemal û hevalên wî ketin zindana Amedê, Dayîka Sakîne bû pêşeng. Ew di nav malbatê de û di nav civakê de mînak bû. Dema ku Dayika Sakîne diaxivî, her kesî guhdariya wê dikir. Ew bi ciwanan re ciwan bû, bi zarokan re zarok bû, bi pîran re pîr bû. Di civakê de xwedî bandoreke mezin bû.”








