Dayika Taybet Înan li cihê lê hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû di salvegera 10emîn de hate bibîranîn.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Dayîka Taybet Înan ku di 19ê Kanûna 2015an ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hatibû hiştin li cihê hatibû kuştin hat bibîranîn. Rêveberên û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka demokratîk, malbata Dayika Taybet Înan û gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Di bîranînê de destpêkê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan got ku ew Dayîka Taybet û hemû hevalên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û wiha axivî: “Vaye 10 sal derbas bûn ku kolanên bajarê me kirine kolanên şer. Em van qetlîaman tu dem ji bîr nakin û heya kujerên Dayîka Taybet werin darizandin em ê şopdarê doza wan bin.”

Piştî axaftina Adalet Fîdan, keça Dayîka Taybet, Halîme Akin got ku her dayîka îro hatiye bîranîna dayîka wê weke dayîka xwe dibîne û ji vê yekê hêz digire.
Piştî axaftinan malbatê û dayîkan qerenfîl danîn cihê Dayîka Taybet lê hatibû kuştin. Girseya ku ji mala Dayîka Taybet Înan derketî dema xwestin biçin serdana malbatên Ayşe Bûrûntekîn û Mele Hesen Sanir ku di qedexeyê de hatibûn qetilkirin rastî astengiya polîsan hat. Di gengeşiya derketî de amirê polîsan dehf li dayîkan da. Piştre girse bi berzkirina dirûşma, “Şehîd namirin” meşiya û çû serdana malbatan.
Piştre girse çû serdana gorên kesên di qedexeyê de li jiyanan xwe ji dest dane.












