Dayikan di diwana Kurdewarî de teşiyên xwe ristin û gotin: “Me di nava kar û barê gundan yê bi zor û zehmet de karê destan jî dikir û me her nexşek bi hêza xwe û ya xwezayê afirandine. Her nexşekî navek û çîrokek wê heye.”
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê li Galeriya Hunerê bernameyê bi navê ‘Her nexşek çîrokek e’ li dar xist. Bername di dîwaneke Kurdewarî de pêk hat. Dîwan bi patîk, gorên rîsî, parzûn, xurçik, destar, landik hwd ve hate xemilandin. Dayikan bi rêz behsa jiyana xwe ya li gundan ku bi ked û nexşên destên jinan avabûne kirin. Dayikan behsa nexşên ku li ser berikan, mehfûran, gorên risî, doxînan, parzûnan hwd kirin. Dûre dayîkan bi hev re stran gotin û li hev vegerandin. Hevşaredarên Rêya Armûşê Canan Uzunay û Tahîr Şapkaci, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Kurt, Parlementerê Wanê Mahmud Dîndar û nûnerê saziyên civakî û welatî tev li bernameyî bûn.
‘Bila nifşên nû li mîrateya dayikan xwedî derbikevin’
Faysal Yacal bi bîr xist ku her çiqas hewldanên xelaskirina çanda Kurdî hatibe kirin jî bi ser neketine û got: “Dayikên me çanda Kurdî bi kedeke mezin heya roja îro anîne. Dayikên me di her nexşekê de êş û jiyana xwe raçandine. Lewma her nexşek çîrokek e dayikan e. Em hêvî dikin ku nifşên nû li vê mirateya Dayikan xwedî derbikevin. Em minnetarê dayikêne ku ne hiştine deng û rengê Kurdî bimire.”
‘Êdî bi Kurdî naaxivin’
Dayika Henifa Koçak gazinde ji dayikan kirin û wiha axivî: “Êdî dayikên me jî cilên Kurdî bernakin, biskên xwe yên Kurdî çênakin û bi zimanê Kurdî na axivin. Ev kêmasiyeke divê dayik vî tiştî nekin.”
‘Hemû pêdiviyên me bi destan dihatin çêkirin’
Dayika Kewê Işik bi bîr xist ku berê her tişt bi keda destan çê dikirin û ev tiş anî ziman: “Me berê hemû pêwîstiyên xwe yên wekî gore, doxîn, patik hwd bi destan dikir, lê îro her tişt bûye karê makîneyan. Jinan kedeke mezin dida. Jin li gel mêran diketin pêşbirkê ku karê xwe baştir û zûtîr bikin. ji ber wî karê zêde caran em tenê saetekê radizan. Her nexşekê navek hebû û li ser van nexşan stran jî digotin. Nexşê bi navê Gulsarya, Tiyarî, Hemze Begî me çêdikirin. Her wiha çi zilamê ji xwe hes dikir, hespên xwe bi kulîfkên ku bi destê dayika hatine çêkirin xemilandin. Dayika ev nexşe hemû xwe bi xwe di afirandin. Me boyaxa van tiştan hemûyan ji giyayên û fêqiyên xwezayê digirt.”
Dayika Besna Akdogan jî bi lêv kir ku ew berê li gunda bûn û got: “Dema em li gundan bûn me teşiya xwe dirist em diçone bêrê, me zarokên xwe xwedî dikirin, me mala xwe rê dibir. Li ser hindê jî zilma mêran li ser jinan hebû.”
‘Em hatin bajaran me çanda xwe li dû xwe hişt’
Dayika Hediye Koçak jî da zanîn ku bûkên berê diviya bû ku hemû karan zanibe û wiha pê de çû: “Berê dema bûk di anîn heke kar û bar malê û gundî nezaniba ev kêmasiyeke mezin bû. Lê heke xwesiyê jê hes kiriba nîşanî bûka xwe dida û hêdî hêdî dielimî. Heke em li gundan nebûna me jî nedizanî. Piştî em hatine bajaran me jî ev çanda xwe hêla. Îro bi zorî ez teşiya xwe dirêsim. Heke me ne hêla ba û heya roja îro me kiriba da kiçên me jî bizanibin çêbikin.”
‘Jiyana berê zehmet bû’
Dayika Perîşan Aslan bi bîr xist ku jiyana berê geleke bi zehmet bû û got: “Em sê roj û sê şêvan behsa jiyana berê jî bikin têr nake. Karê berê gelek bû û zehmet bû. Me savara xwe dema payîzê de bi cureyên cuda ji bo zivistanê amade dikirin. Dema me destar dihêra me bi hev re stranên li ser destarî jî digotin. Lê helbet di nav hemû kar û barê gundî yê bo zor û zehmet de jî dema me tiştek xelet kiriba xwesiyên xwe ji me aciz dikirin. Em jî aciz dibûn û em diçûn me piştiyekî gunsiyan dianî da ku kerba wê biçe.”
Bername bi dayina diyariyên dayikan bi çepik û tililiyan bi dawî bû.














