Aktîvîstên TJA û DBPê ji bo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îzmirê şitil çandin.
Nûner û aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Îzmirê bi pêşengiya meclîsa jinan bi wesîleya 4ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil çandin. Gelek jin tevli çandina daran bûn û daxwazkirin ku tecrîd bê rakirin, aştî pêk bê. Jinan şitil çandin û li ser girîngî û wateya rojê nirxandin kirin û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman.