WAN – Li navçeya Reya Armûşê ya Wanê, bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahiyeke bi heybet û bi coş hat lidarxistin. Dayîkên Aşitiyê yên ku bi cilên xwe yên neteweyî eywan tije kirine wiha gotin: “Me ji aliyê xwe ve gelek gav avêtin, lê dewletê hêj tu gav neavêtine.”
Dayikên Aşitiyê bi pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê dest bi axaftina xwe kirin. Dayik destnîşan kirin ku salek li ser destpêkirina pêvajoyê derbas bûye û gotin: “Ji aliyê me ve gelek gav hatin avêtin, lê dewletê hêj tu gav neavêtine. Daxwaza me ev e ku ji bo aşitiyê gaveke berbiçav bê avêtin û deriyên girtîgehan bên vekirin. Divê Rêberê me bê berdan. Mirovên me bê sûç û sedem hatine girtin. Herwiha divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bila sala 2026 bibe sala aşitiyê.”













