Riha – Dayikên Aştiyê ku pêşengtiya çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê dikin, bang li her kesî kirin ku ji bo şer bi dawî bibe berpirsyartiyê li xwe bigirin.
Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 11emîn de didome. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêşengtiya çalakiyê dikin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê çalakiya nobetê ya îro domandin. Gelek Dayikên Aştiyê yên ji Riha û navçeyê wê û ji Amedê hatin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Meyaser Korkmaz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me her tim aştî xwest. Ji Dayika Berfo heta niha me her tim daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman û dê her bibêjin. Banga me ji bo hemû dayikan e, werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.”
‘Em naxwazin xwîna tu kesî birije’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît jî ev tişt anî ziman: “Weke Dayikên Aştiyê em dixwaza aştiyê dikin. Em naxwazin xwîna tu kesî birije. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Êdî bes e ma dê heta ku bidome? Em ê her tim daxwaza aştiyê bikin. Ez serkeftinê ji bo her kesên ji bo aştiyê têdikoşin dixwazim.”
‘Bila aştî çêbibe’
Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay jî wiha got: “11 roj in em li ser sînor nobetê digirin. 10 sal berê ciwanên me ji ber şer herikîn ser sînor. Niha jî heman tişt diqewime. Em dibêjin êdî bes e bila ev xwîn bes birije. Weke Dayikên Aştiyê em ê her tim daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman. Divê hemû dayikên li Tirkiyeyê ji bo aştiyê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Bila aştî çêbibe û ciwanên me neyên qetilkirin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmên “Bijî berxedana Rojava” û “Bijî aştî” bi dawî bû.