Colemêrg – Li Geverê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Dayikên Aştiyê yên Geverê ku tev li pîrozbahiya Newrozê bûn diyar kirin ku Newroz tenê nîşana hatina biharê nîn e û gotin: “Divê bi xwe re aştiyê jî bîne. Divê Newroz bibe sedema azadiya Rêber Apo. Divê zimanê Kurdî were nasîn.”
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê duh bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de dayik, ciwan, jin, bi rengê kesk, sor û zer û cil û bergên xwe yên netewî qada Newrozê xemilandin. Dayikên Aştiyê yên tev li pîrozbahiya Newrozê bûn ji Ajansa Welat re axivîn.
Dayikên Aştiyê xwestin ku Newroza îsal bibe sedema azadiyê û azadkirina girtiyên di zindanan de. Dayikên Aştiyê anîn ziman ku ew hêvî dikin ku Newrozên siberojê xweştir derbas bibin û gotin: “Divê bi xwe re aştiyê jî bîne. Divê Newroz bibe sedema azadiya Rêber Apo. Divê zimanê Kurdî were nasîn.”













