Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kirin ji bo aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û got: “Tu xêra vî şerî ji bo tu kesî ji me nîne. Divê em li hemû qadan daxwaza azadî û aştiyê bikin.”
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Nûnertiya DEM Partiyê ya li Kuçukçekmeceyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de dowîzên “Jin jiyan azadi”, “Dayik aştiyê dixwazin” û “Em ne bihûşta li bin piyên xwe, li dinyayê bihûştê dixwazin” hilgirtin. Dayikan di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin”, “Ji şer re na, aştî a niha” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
‘Tu xêra vî şerî ji bo tu kesî ji me nîne’
Yek ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Revşan Guler got ku li çar aliyên Rojhilata Navîn şer heye û bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Revşan Guler, anî ziman ku ew li dijî şerê li seranserî cîhanê têdikoşin û wiha got: “Em dayik li gel demokrasiyê ne. Divê her kesên aştîxwaz bi destên hev bigirin û ji dil nêz bibin. Ev şerê qirêjî yê li Rojhilata Navîn dê bê ber deriyê me tevan. Weke Dayikên Aştiyê em naxwazin ne Kurd ne jî Tirk hêsiran bibarînin. Rondikên çavên hemû dayikan yek in. Ji bo aştiyê divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire û rê nedin şer. Tu xêra vî şerî ji bo tu kesî ji me nîne. Divê em li hemû qadan daxwaza azadî û aştiyê bikin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û çepikan bi dawî bû.