• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê tirbeya Elewiyan hilweşand

    Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê tirbeya Elewiyan hilweşand

    Li dijî zextên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

    Li dijî zextên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

    Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    Şaredariya Amedê: Em ê ji bo Hewselê berpirsiyariya xwe bicih bînin

    Heyetê Îmrali yê DEM Partî seba pêvînayîşî şi Girawa Îmraliyî

    Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Elewiyên Ereb li ber Meclîsa Tirkiyê gotin: Bila komkujî bên rawestandin

    Elewiyên Ereb li ber Meclîsa Tirkiyê gotin: Bila komkujî bên rawestandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê tirbeya Elewiyan hilweşand

    Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê tirbeya Elewiyan hilweşand

    Li dijî zextên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

    Li dijî zextên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

    Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    Şaredariya Amedê: Em ê ji bo Hewselê berpirsiyariya xwe bicih bînin

    Heyetê Îmrali yê DEM Partî seba pêvînayîşî şi Girawa Îmraliyî

    Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

    Elewiyên Ereb li ber Meclîsa Tirkiyê gotin: Bila komkujî bên rawestandin

    Elewiyên Ereb li ber Meclîsa Tirkiyê gotin: Bila komkujî bên rawestandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin biçin li Serokê xwe guhdar bikin

Abdullah Esen / AW

10 TEBAX 2025 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Dayikên Aştiyê yên Amedê diyar kirin ku ew dixwazin biçin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin û gotin: “Gelo ew çi pêşniyaran li wan dike. Em dixwazin komîsyon û dewlet bi lez gavan biavêjin.”

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê roja 7ê Tebaxê daxuyanî dan û ragihandin ew dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Dayikan xwest rayedar li ber wan rê vebikin û bibin alîkar da ku biçin Girtîgeha Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtinê bikin.

Meclîs û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li ser daxwaz û pêşniyara Abdullah Ocalan di sala 1999an de bi daxwaza pêkanîna aştiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd hat damezrandin. 25-26 sal in Dayikên Aştiyê bênavber ji bo pêkanîna aştiyê têdikoşin û diyar dikin heta ew aştiyê bînin vî welatî dê qet ranewestin.

‘Birêz Ocalan hemû peywîra xwe bi cih anî, dora dewletê ye’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbule Ozbek ku tev li daxuyaniya ji bo çûna Îmraliyê bû da zanîn ku ji ber ku heta niha ji aliyê dewletê ve gavên şênber nehatine avêtin wan ji rêvebirina pêvajoyê fêm nekiriye. Makbule Ozbek anî ziman ku ew dibêjin aştî lê hê wan tu aştiyek berbiçav nedîtiye û wiha got: “Hin mirovên me hene dibêjin aştî lê ji bo aştiyê tu gavek nehatiye avêtin. Hemû pêvajo û gavên hatine avêtin jî ji aliyê birêz Ocalan ve hatine avêtin. Birêz Ocalan hemû peywira xwe bi cih aniye. Lê em jî hinek ji vê pêvajoya hatiye destpêkirin bi gumanin. Tişta ku ketiye ser milê birêz Ocalan kiriye, divê êdî dewlet jî gav biavêje. Em jî dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Em jî weke Dayîkên Aştiyê, dixwazin di nava vê komîsyinê de ji wan re hin bersivan bişînin. Sedema ku dayîkan jî nakin nava xwe çi ye? Divê ku kesên di komîsyonê de ne di nava miletê de bigerin û bi miletê bidin fêmkirin. Ji dayîkên leşker û polîsan re pêvajoya heyî divê bidin fêmkirin. Pêvajo ya aştiyê ye divê em xwe aştiyê re amade bikin. Em dixwazin bi serok re biaxivi. Her tişt li ser milê dayîkan e. Em dixwazin ji me bixwaze, ka çi ji me tê xwestin? Em zanin yekîtî û hevdîtin ji me tê xwestin û van tiştan bi miletê bidin fêmkirin. Dayîk li pêşiya her tiştî ne, li ku çi bi qewime dayîk bezdidin wir. Em dixwazin ku ew jî ji miletê xwe re bibêjin, dê yekitiy Kurd û Tirkan pêk were. Em aştî û wekheviyek rastî û ronî bi hev re bikin.”

‘Pêdiviya her kesî bi Serok heye’

Makbule Ozbek diyar kir ku kesên ku di nava komîsyonê de cih girtine ew jî di nava miletê xwe de ne û ji êşa miletê xwe fêm dikin û got: “Divê ku ew jî van kiryarên tenê kirin, bînin ziman. Me têra xwe tişt dîtine û em têra xwe hatine girtin û me şehîd dane. Divê ew jî di meclîs û di komîsyonê de bînin ziman. Em dixwazin ku Serokê me bê berdan, di nava gelê xwe de be, da ku her kes pêre dikaribe biaxive. Pêdivîya her kesî pê heye. Ji ber ku pêdiviya her kesî bi axaftinê heye, çi zarok û çi jî mezin ev pêdivî ji bo her kesî heye.”

‘Du sê heb dayik bila biçin hevdîtinê bikin’

Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Afîfe Kartal jî bi bîr xist ku heft meh in pêvajoya aştiyê hatiye destpêkirin û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ez jî weke dayîkek aştiyê dixwazim du-sê heb Dayîkên Aştiyê biçin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Heta ku dayîk neçin pê re hevdîtinê nekin dê tiştek jî çareser nebin. Divê tecrîd jî ji serê bê rakirin. Dayîkan canê xwe û zarokên xwe dane û zarokên wan hatine girtin û ketine binê erdê. Divê dayîk pê re pêwendiyê deynin. Me dixwest ku du heb Dayikên Aştiyê jî di nava vê komîsyinê de cih bigirin. Em destê xwe dirêjî aştiyê dikin dirêjî şer nakin. Hemû teyareyên xwe di ser serê me de radike û tu gavek ji pêş ve neavêtiye. Divê êdî ew ji gavan biavêje pêş. Divê AKP-MHP û dewletên dinê jî gav biavêjin. Bila ew dewletên dinê bizanibin em aştiyê dixwazin, şer naxwazin.”

‘Dîmenekî wî bes bû’

Afîfe Kartal destnîşan kir ku daxwaza dayikan a teqez ew e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û ev yek anîn ziman: “26 sal bûn ku me wî nedîtibû, dema ku me dîmenê wî dît, me got qey hemû dinya li ser serê me hat hevdu. Em ewqas ketin kelecaneke mezin. Yên girtîgehê dibêjin haya me ji tiştekî tuneye, dewlet gava neavêtiye em dibêjin aştî çêdibe. Heta ku van girtiyên 30-33 salên xwe tije kirine neyên berdan, em nikarin qala aştiyê bikin. Dema ku ew bên berdan em ê wê demê bibêjin wa tiştek heye. Em di ruyê dewleta Tirk de jidilbûna aştiyê nabînin. Dema ku destûra me bê dayîn, em biçin bi Serokê xwe re hevdîtinê bikin, em ê wê demê zanibin ku va tiştek heye.”

‘Em ê her aştiyê bixwazin’

Afîfe Kartal da zanîn ku heta ku ew saxbin ew ê aştiyê bixwazin û qîr bikin û di dawiyê de wiha got: “Me kezeba xwe winda kiriye em dibêjin bila tu dayîk kezeba xwe winda neke. Bila êdî tu dayîk li pey kezeba xwe negirî. Banga me li dewletê ye; em dibêjin bila rê veke em biçin cem Serokê xwe.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

2 KANÛN 2025
Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê tirbeya Elewiyan hilweşand

Çekdarên Hikûmeta Demkî ya Şamê tirbeya Elewiyan hilweşand

2 KANÛN 2025
Yewnanistan pergala xwe ya hewayî entegreyî çekên Îsraîlê dike

Yewnanistan pergala xwe ya hewayî entegreyî çekên Îsraîlê dike

2 KANÛN 2025
Bakirhan bersiva Ozel da: Heke em pirtûka celadên xwe vekin hûnê deyndar derkevin

Bakirhan bersiva Ozel da: Heke em pirtûka celadên xwe vekin hûnê deyndar derkevin

2 KANÛN 2025
Li dijî zextên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

Li dijî zextên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir

2 KANÛN 2025
Wan amadekariya Festîvala Muzîkê ya 1emîn dike

Wan amadekariya Festîvala Muzîkê ya 1emîn dike

2 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (31)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne