• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd hawîrdor şîn dibe

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

    Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyan di 2 rojan de bi dehan komkujî pêk anîne

    Li Efrîn û Helebê 13 kes hatin kuştin

    Mesûd Barzanî: Wazenê Herêma Kurdîstanî biancê mîyanê şerêke girdî

    Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Jiyana Nêrgiz Mihemedî di xeteriyê de ye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin

Omer Demîr /AW

13 SIBAT 2026 - 11:03
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi rasthatina salvegera komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn wiha gotin: “Serokê me hat girtin lê belê Serok bi têkoşîn û berxwedana xwe ve komployê vala derxist. Heta ku Serokê me azad be em ê li ber xwe bidin.”

 

Di 15ê Sibata 1999an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kompleyekî navneteweyî hat girtin û radestî dewleta Tirkiyê hat kirin. 15ê Sibatê di nava gelê Kurd de wekî “Roşa Reş” hat pênasekirin. Endamên Înîsiyatîfa Meclisa Dayikên Aştiyê yê Stenbolê têkildarî salvegera 15ê Sibatê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin’

Dayika Aştiyê Rewşan Doner berî ku dest bi axaftina xwe bike komploya navneweyî ya 15ê Sibatê şermezar kir û wiha axivî: “Komplo berî çend salan dest pê kiribû jixwe. Ew çend sal bûn ku me ji welatê xwe koçî Stenbolê kiribû. Dema ku me bihîst Reberê Gelê Kurd hatiye girtin ez gelek xemgîn bûm. Ew çend raperînên gelê Kurd hatibû têkbirin. Komplogeran listîka xwe pêk anîn. Lê Serokatî bi gavên xwe ve komployê vala derxist. Gelê Kurd jî li her derê xwedî li Serokatî derket. Heta îro jî ev xwedîderketin berdewam dike. Em hêvîdarin ku mafê hêviyê pêk were û Serokatî azad bibe. Lê divê em ji bo azadiya Serokatî bixebitin û yekîtiya gelê Kurd ava bikin. Îro dîsa komploya duyemîn heye. Em jî dê li ber xwe bibin û bi ser kevin.”

‘Serokê gelê Kurd azad be dê tevahî gelê Kurd jî azad be’

Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir 15ê Sibatê êşeke mezin li wê daye kişandin û ev tişt gotîn: “Êşa 15ê Sibatê gelek giran bû. Gelê Kurd çend rojan li dijî komployê daket qadan. Tu kes li malên xwe neman. Bi 15ê Sibatê rojekî reş li ser gelê Kurd hate pêkanîn lê bi berxwedanê ronahî derket. Em ê bi vê ronahiyê bi ser kevin. Îro pêvajoyek, em dizanin ku Serokê Gelê Kurd azad be dê tevahiya Gelê Kurd jî azad be. Bi navê ‘aştiyê’ dixwazin gelê Kurd xapînin lê gelê Kurd nayê xapandin. Em bi xwe bawer in.”

‘Dewlet li gor pêvajoyê gav biavêje dê Serokê me azad bibe’

Dayika Aştiyê Guluş Yilmaz anî ziman ku dema wan 15ê Sibatê bihîstiye rabûne li ser pêyan û wiha got: “Em bi vê bûyera gelek xemgîn bûn û êşiyan. Ji ber aştî gelek girîng e. Em dixwazin tu kes jiyana xwe ji dest nede. Piştî Serokatî hat girtin, em çand rojan daketin li qadan. Jixwe îro jî pêvajo heye, em dîsa aştiyê dixwazin. Di vê pêvajoyê de Gelê Kurd gelek gavên girîng avêt. Em dixwazin dewlet jî li gorî pêvajoyê gavan biavêje û Serokê me azad be.”

‘Em ê di salvegera 27emîn a 15ê Sibatê de jî li qadan bin’

Dayika Aştiyê Ayten Toprak jî bi bîr xist ku girtina Serokatî ji bo wan rojeke giran bûye û ev tişt gotin: “Tevahî gelê Kurd daket qadan û li ber xwe da. Heta îro jî em li ber xwe didin. Heta ku Serokê me azad bibe em ê li ber xwe bidin. Em ê di salvegera 27emîn ya 15ê Sibatê de jî li qadan bin.”

Etîket: Dayika Aştiyê Ayten ToprakDayika Aştiyê Emîne ErbekDayika Aştiyê Guluş YilmazDayika Aştiyê Rewşan DonerMeclisa Dayikên Aştiyê ya StenbolêRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSalvegera Komploya 15ê Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

31 ADAR 2026
Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

28 ADAR 2026
Heyetê DEM Partî şi Îmrali

Şandeya DEM Partiyê ji Girava Îmraliyê vegeriya

27 ADAR 2026
Şandeya DEM Partiyê derbasî Girava Îmraliyê bû

Şandeya DEM Partiyê derbasî Girava Îmraliyê bû

27 ADAR 2026
Hêlîn Umît: Rêber Apo dikare pêşî li şerê gelan bigire

Hêlîn Umît: Rêber Apo dikare pêşî li şerê gelan bigire

19 ADAR 2026
Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

Li 7 navçeyên Amedê agirê Newrozê geş bû: Divê birêz Ocalan demildest azad bibe

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bêrîvan Bahçecî: Heya azadiya fîzîkî pêk neyê pêvajo bi ser nakeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (24)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne