Dayikên Aştiyê yên Îranê bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku divê li hemberî êrîşên li herêmê pêk tên bêdeng neyê mayîn û banga ‘rawestandina şer’ kirin.
Dayikên Aştiyê yên Îranê têkildarî êrîşên li dijî Îranê daxuyaniyek nivîskî parve kirin. Di daxuyaniyê dayik bang li saziyên sivîl, siyasî, hunermend, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û endamên Desteya Ewletihê ya Neteweyên Yekbûyî kirin ku li hemberî êrîşên domdar û encamên wan ên mirovahî bêdeng nemînin û ji bo rawestandina pevçûnan tevbigerin.
Binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafê jiyanê
Dayikan di daxuyaniya xwe de xwestin şer were sekinandin, dan zanîn ku êrîşên tên pêkanîn binpêkirina hiqûqa navneteweyî û peymanan e. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên li ser nexweşxaneyan, dibistana li Minabê, Enstîtûya Pasteurê, navendên lêkolînê yên zanîngehê û piran wek mînakên hilweşandina jiyana gelê Îranê hat nîşandan.
Divê aştiya domdar were pêkanîn
Di berdewamiya daxuyaniyê de dayikan bal kişandin ser bandorên şer ên li ser jin, zarokan û hat gotin ku ji pevçûnan herî zêde gelê Îranê zirarê dîtiye, dê bandorên şer pişî şer jî bidomin.
Dayikên Aştiyê yên Îranê diyar kirin ku ji bo çareserkirina nakokiyan divê rêya muzakerê were şopandin, planek ji bo rawestandina pevçûnan were amadekirin û li herêmê aştî were domdarkirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate hat xwestin ku di pêkanîna çareseriyeke domdar de rola civaka sivîl û gel girîng e û hat diyarkirin ku divê ev yek ji dewletan re neyê hiştin.













