Amed – Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk neyê, em nikarin behsa pêvajoyek çareseriyê û aştiyê bikin”
Di rojeva siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de nîqaşên li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê berdewam dikin. Bi rasthatina rojbûna 77emîn a Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Azad (TJA) dest bi kampanya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir. Her wiha dê bi minasebeta 77 saliya Abdullah Ocalan li gelek deverên Kurdistanê rêzeçalakî û şahî bên lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, derbarê pêvajoya siyasî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Pêvajo bi vî awayî dê bi ser bikeve’
Bêrîvan Bahçecî anî ziman ku kesên dixwazin di vê pêvajoya aştiyê de bi awayekî demokratîk cih bigirin divê piştevaniyê bidin vê pêvajoyê û wiha got: “Heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd pêk neyê, em nikarin behsa pêvajoyekê û aştiyekê bikin. Em dibêjin rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirr girîng e. Şert û mercên ku niha Rêberê Gelê Kurd tê de ye nehatine plansazkirin û bi awayekî qanûnî nehatine mîsogerkirin. Em nikarin bibêjin ku ev pêvajo bi vî awayî dê bi ser bikeve.”

‘Divê her kes bi rol û mîsyona xwe bizanibe’
Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku dewletên navneteweyî her çiqasî dibêjin “em alîkarê Kurdan in”, her çiqasî dibêjin “cihê Kurdan cihekî cuda ye” û piştgiriyê didin wan jî; di axaftinên xwe de ji dil nîn in. Bahçecî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha dewleta Tirk û her wiha hemû kesên ku azadiyê, azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd dixwazin; divê ne tenê di gotinên xwe de, di pratîkên xwe de jî xwesteka xwe nîşan bidin. Niha em jî dizanin ku dewletên navneteweyî her tim ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Ji bo berjewendiyên xwe piştgiriya gelê Kurd jî dixwazin. Em dikarin mînaka herî dawî, çûyîna Ahmed Şara ya Parîsê bidin. Ji bo ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bikişînin nav şerekî navneteweyî çû. Ji bo wê, divê gelê Kurd êdî xwestekên dewletên navneteweyî û yên gelemperî vala derxîne. Ji bo azadiya xwe em bi bawer in. Em ê wan planan vala derxînin. Lê ev ne bes e; divê kesên ku demokrasiyê dixwazin, kesên ku dixwazin destwerdanê di mafê gelê Kurd de bikin, bi awayekî demokratîk û aştiyane tevbigerin. Bi daxwaza civaka demokratîk re divê her kes bi rol û mîsyona xwe bizanibe.”
‘Azadiya gelê Kurd dê bi têkoşînê pêk were’
Bêrîvan Bahçecî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku demeke dirêj e ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd kampanyayek hatiye destpêkirin û ji bo vê kampanyayê Kurdên ku li welatên din dijîn rabûne ser pêyan û wiha got: “Pirsgirêk, pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Bi taybetî Kurdên Bakur ji bo çareserkirina pirsgirêkê, muxatabê xwe dewleta Tirk dibîne. Divê dewleta Tirk û sîstema Tirk guh bide vî deng û daxwazê. Divê guhê xwe bidin Rêberê Gelê Kurd. Ji bo aştiyeke mayînde pêk were divê her kes bi berpirsyariya xwe rabe. Devlet Bahçelî bi awayekî wêrek diaxive. Divê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd baş bikin. Divê ew pêvajoya hatiye destpêkirin bigihîje armanca xwe. Heger azadiya gelê Kurd pêk were, ev dê bi têkoşîna gelê Kurd pêk were.”









