Rêxistina DBPê bi vîdeoyekê banga tevlêbûna “Meşa Azadiyê” kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê îro saet di 14.00an de di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi çalakiya “Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” dike. Rêxistina DBPê beriya meşê vîdeoyeke ku çalakiyên meşê yên berê jî hebûn amade kir û bi vîdeoyê banga meşa ku îro saet 14.00an de ji ber avahiya DBPê ya Amedê heta Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bidome û ji wir berê xwe bidin Enqereyê kir.
Di vîdeoyê de tê gotin ku meşa îro li Amedê dest pê bike, di rêgeha Riha, Dilok, Edene, Mêrsînê de dê bitome û di 20ê Kanûnê de li Enqereyê bi dawî bibe.