Nivîskarê rojnameya Xwebûnê Medenî Ferho di quncikê vê hefteyê de bal kişand ser aloziya li Sûriyeyê pergala ku bi destê El Colanî bê avakirin. Medenî Ferho bi sernavê “Dê aloziya li Sûriyeyê bidome” destnîşan kir ku pergalek dîktaroriyê hilweşiya û niha pergalek din a dîktatoriyê dest pê dike.
Nivîsa Nivîskar Medenî Ferho ya bi sernavê “Dê aloziya li Sûriyeyê bidome” wiha ye:
“Mekanizmeya şer her diçe fireh û dijwar dibe. Em jî, ji nû ve cîhanê keşf nakin. Pergala diktatoriya Esed hilweşiya, pergala diktatoriya Colanî dest pê kir. Ji bo avakirina Suriyeyeke demokratîk ku mafên hemû gelan bê misogerkirin divê kar bê meşandin
Kurd bi hêviyeke xêrdînî dibêjin derfeteke dîrokî derketiye holê. Ji bo avakirina Suriyeyeke demokratîk ku mafên hemû gelan bê misogerkirin divê kar bê meşandin. Hêviya kurdan xêrdînî ye. Lê li pêşberî wan dewleta dînazor Tirkiye heye. Ev dewleta garnîzon xwedî anatomiyeke tunehesibandin û tunekirinê ye. Shakestpeare, bi devê Hamlêt dibêje; “Demê eyarê xwe dirandiye.” Mirovahî jî ber bi tunekirinê ve diçe.
Çeteyên HTŞ û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) cuda hatibin avakirin jî, berhema hişmendiya faşîst a dewşîrmeyan e. HTŞ miratzedeya çeteyên DAIŞê ye û xwedî hişmendiya dînperestiyê ye. ANS jî bi hişmendiya dewşîrmeyê hatiye avakirin, sergerdeyên talan, wêranî û kuştinê ne. Bêyî manîpûlekirinê em bibêjin; me, êrişa şerma mirovahiyê ya li Şengal û Kobanê jî bîr nekiriye. Bi taybetî jî HTŞ ji nişka ve û bi navekî din derket holê û li bin destê serekçete Colanî, wek mirovên ‘ademî’, yan jî postmodern dest bi êrîşan kirin.
Çawa bû ku celadên serjêkirinê, cilên mirovên normal li xwe kirin û peyamên aramî, aştî û mirov dan? Ev artêşa celadên serjekirinê û sergerdeyên kolekirinê, bazirganên firotina jinan nikarin xwe bi kesê/î bidin bawerkirin. Herçiqas mirovahî bibêje, serdema zanist û teknolojî ye, mirov dikarin bên guhertin jî, pirs ev e: Şer bi gewde çêdibe. Kesê ku gewdeya wî hebe di şer de serketinê bi dest dixe. Di dîrokê de hatiye dîtin ku şer her dem bi bedenê çêbûye. Dîrok bi hêza bedena mirov hatiye avakirin. Ev çete bi beden jî bin dijminê mirovahiyê ne. Di demeke kin de wê firêzeya wan jî xuya bike. Kurd jî bi fikr û bedeneke nû di şerê cîhanê yê sêyemîn de dê serketinê bi dest bixin.
Teknolojiya pêşketî xwedî rist e. Bi taybetî di şerê Îsraîl û Hamas û Hizbullahê de rista teknîkê derkete pêş, lê encam negirt. Kurd 50 sal in bi bedena xwe şer dikin, her cureyê teknolojiya Dewlata Tirk têk birin. Dewleta Enqereyê dewleteke ‘garnîzon’ e, armanca wan ew eku kurdan û Kurdistanê di dîrokê de tune bikin. Dewleta garnîzon, çek û leşker e, êrîşkar û kujer e! Di êrîş û kujeriya xwe de çete ye. Jixwe dewleta garnîzon, rasterast komên çete ava kirine û 12 sal in li Rojavayê şer dike.
Dewleta Tirk şerê li Sûriyeyê jî hem bi çeteyan, hem bi artêşa xwe kûr û fireh kir. Komên çete, li Sûriye, Lîbya, Qerebax û hwd. bi kar anîn. Îro jî çeteyên HTŞ û ANSê, di şerê Sûriyeyê de bi kar tîne. Komên çete, bi piştgiriya Dewleta Tirk, li dijî kurdan û li dijî desthilatdariya Şamê şer dikin. Lê armanca Dewleta Tirk jiholêrakirina kurdan, Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ye. Tirkiye ji aliyê dîplomasî, leşkerî, çek û ceblixane û ragihandina çapemenî ve destekek xurt dide çeteyên HTŞ û ANSê. Balafirên SÎHA dane ANSê û li kurdan dixin.
Çapemeniya tirk jî berdevkiya çeteyan dike. Li aliyekî rastiyan vedişêre, li aliyê din propagandaya reş dike. Di şerê HTŞ û ANSê de, tenê nûçegihanên çapemeniya tirk hene. Balkêş e! Di êrîşên çeteyên DAIŞê de jî ji her welatî nûçegihan hebûn, gelek rojnameger jî hatin kuştin. Lê di şerê HTŞ û ANSê de tenê nûçegihanên çapemeniya tirk hene.
Çeteyên ku ji mikrofonên çapemeniya tirk re diaxivin zimanê tirkî baş dizanin. Tirkiya ku ew çete diaxivin ne şikestî ye, ya Stenbolê ye. Ev jî dide xuyakirin ku tirk pêşengiya çeteyan dikin. Ev pêşengî tenê ji aliyê bedenî û çekdarî ve nîn e, ji aliyê dîplomasî û çapemeniyê jî heye. Li pişt eniya pêş ya şer jî, desteka lojîstik a artêşa tirk heye.
Piştî çeteyên DAIŞê têk çûn Dewleta Tirk gelek komên çete ava kirin û ji bo xwedîkirina van çeteyan her cureyê ‘zibil’ê dan wan. Zibil, ji bo xurtkirina axê-zeviyan ku dexlê baş bide tê bikaranîn. Dewleta Tirk jî ji bo zêdebûn û xurtbûna çeteyan her cureyê ‘zibil’î bi kar anî û hê jî bi kar tîne. Riya çûn û hatina wan vekir, ew û malbatên wan xwedî kirin, perwerde kirin, bi çek û cebilxane kirin, bi kincên taybet bi rêxistin kirin, li garnîzonên biçûk û mezin bi cih kirin, birîndarên wan derman kirin.
Ya herî balkêş, di stratejî û propagendeya wan de ‘zibil’ê guhertinê bi kar anî. Guhertina HTŞ û stratejiya ku serçete Colanî dimeşîne jî berhemê Dewleta Tirk e… Hevsengî, têkilî, olîgarşî, dem û cih, mekanîzma û propganda, belavkirina çîkolate û şekiran a li zarokan, fikr û berhema stratejîsyenên tirk e.
Bi gotineke din, bi saya dewleta garnîzon, bihara ereban veguherî çolistanê. Gel li holê nîn in, komên çete hene. Zêde zêde sûpekulasyon hene û di radeya avangardî de, bi destê çapemeniya tirk dewam dikin. Kes nikare bibêje ku ev avangardiya HTŞê modern e, na, vegera li paşverûtiya sedsala navîn e. Anku bi destê mîratzedeyên Îtîhat û Terakî, anku paşayên faşîst ku li Kurdistan û Anatoliyayê şeş gel tune kirin. Serketina çeteyên HTŞ û ANS dê di demeke nêzîk de, veguhere ‘şoq’a çeteyên DAIŞê, yan jî Talîbanê!… Herçiqas formeke normal nîşan bidin jî, dê red û tunehesibandina nasnameyên din bidin destpêkirin. Bila kes ne li benda pergala ‘umet’ jî be û dilê xwe xweş neke. Guhertin û heterojenî dê radikal be û mirovahî dê ‘şoq’ bibe. Divê li pey avangarda van çeteyan epîstemolojiya-tevgera li gor mantîqê neyê dîtin û wek komên postmodern jî neyên dîtin.
Dînazorek derketiye holê, ev dînazor bermayiyên çeteyên DAIŞê û hwd. in. Ev dînazor bi saya dewleta garnîzon hatin parastin û perwerdekirin. Ew ê careke din bibin çavkaniya konsesusên nû yên terorê. Cewherê wan çeteyan eynî ye. Lê bi navekî nû û modeleke nû ku mirov dikare weke ‘çeteyên postmodern’ bi nav bike derketine bazara şer. Çeteyên HTŞê piştî ku Şam dagir kirin di televizyona Suriyeyê de daxuyaniya yekemîn dan. Gotin: “Esad têk çû, hemû zindanî serbest in.” Lê behsa gelên li Suriye, demokrasî, mafê mirovan, mafên civakan, mafê jinan û zarokan nekirin. Xuya ye ku dîsa, azadî dê di xewnan da bimîne. Çîrûskên ronahiyê xuya nakin. Helwet, nêrîn û vegotineke klasîk a elastîkî heye. Mirov dikare vê rewşa elastîkî bi her alî ve bikişîne.
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî, bi daxuyaniyekê got ku despotîzm têk çû. Rast e, despotîzmek têk çû, lê despotîzmeke bi normên cuda dest pê dike. Rojên tarî yên çeteyên DAIŞê ku celadiya serjêkirinan dikirin ne hatine jibîrkirin. Cilûberg guhertine, gotinên cuda bi kar tînin, lê pêşmalka qesaban her dem bi xwîn e!..
Aloziya li Sûriyeyê bi normên nû dê dewam bike. Mînaka wê jî ANS ye. Niha li kû ne û çi dikin? Li sînorên herêma kurdan e û êrîşî kurdan dikin. Minbîc û gundên wê mînak in. Heke ku armanca HTŞê federasyon be, parastina demokrasiyê be bila dengê xwe li ANSê bike û bidê rawestandin, anku Suriyeyê ji destê Tirkiyeyê rizgar bike. Serketina HTŞê encama bazareke mezin e, hem ji aliyê siyasî ve, hem ji aliyê îstîxbaratî, dîplomatîk û aborî ve. Bila gumana kesî nebe; HTŞ piştî demekê dê toleransa îro terk bike. Hingê em ê rûdana rast a bê rûpoş bibînin.
HTŞ, rêxistineke mêrê kujer e, pergala şerîata dînperestiya serdest diparêze, dê bi vê karakterê jî tev bigere. Ji bo wan jî, fikr û serketin kuştin e, kuştin jî beriya evîn û normên insanî tê. Xerca pergala van jî xwîn e. Em ê bibin çavdêrên rewşeke nû ya aloz û tevlîhev. Eger HTŞ bi ya Dewleta Tirk neke dê çeteyên ANSê li dijî wan têkeve nava tevgerê. Ev jî dê alozî û qeyranê bi pêş bixe. Di pêvejoya şerê çeteyên HTŞ û ANS de, rewş û tevgera çapemeniya tirk balkêş bû. Ji roja ku çeteyên HTŞ û ANSê dest bi êrîşan kirin bi hişmendiya ‘heman manşet” tevgeriya.
Çapemeniya şerê taybet, weke di her êrîşa faşîzan ya li dijî kurdan de nîşan daye vê care jî bi rengê ‘di cih de manşet’ nêzîk bû û di rengê tematîk de nûçe amade kirin. Armanca wan jî zêdekirin û dijwarkirina êrîşên li dijî kurdan bû. Anku ne karê ragihandinê, karê propaganda û ajitasyonê kirin. Em ne biyaniyên vê rewşê ne. Ji ber ku çapemeniya tirk saziyeke fermî ye û ji roja dewleta Enqereyê hatiye avakirin û heta îro berdevkiya bîrdoziya dewletê dike û bi hişmendiya ‘misak-î millî’ weke ‘serxweşên bi xwînê’ kar dike. Di êrîşên çeteyên HTŞ û ANS ku weke ‘çil heramiyan’ dest bi êrîşan kirin, çapemeniya tirk, careke din weke ‘serxweşiya bi xwînê’ derketin hole. Li qadên ku komên çete êrîşan dikin, bênderên cesed û wêraniyan li pey xwe hiştin, tenê rojnamegerên tirk xuya dikin. Di şerên cîhanê de, her dem, ji çar aliyên cîhanê rojnameger xuya dikin. Balkêş e, li qadên êrîşên çeteyên HTŞ û ANS de tenê rojnamegerên tirk hene.
Anku, her rojnameger, tv, rojname û ajansek ji wan dibin lehengê romana Serguzeştê. Serguzeşt, romana Samîpaşazade Sezaî ye û weke neynika serdama tanzimatê tê nirxandin. Serguzeşt, gotineke bi kurdî ye û macera ye! Rewşa rojnamegerên tirk a îro jî neynika şerma rojnamegeriya cîhanê ye!”