Amed – Delegeyê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Orhan Ayaz da zanîn ku dê di 26-27ê Tîrmehê de li navçeya Bazîd a Agiriyê konferansekê li dar bixin.
Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanî, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter jî di nav de 301 delegeyên “Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk” li Amedê di 10-11ê Gulanê de civîna xwe pêk anîn. Di civînê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît weke hevberdevkên înîsiyatîfê hatin hilbijartin û rêveberiyeke ji 35 kesan pêk tê hate hilbijartin. Înîsiyatîfê dûre deklarasyona xwe bi daxuyaniyekê ji rayagiştî re parve kir. Înîsiyatîf ji wê rojê ve kar û xebatên xwe didomîne.
Delegeyê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Orhan Ayaz têkildarî xebatên înîsiyatîfê û rol û misyona înîsiyatîfê ya di pêvajoya heyî de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dê di 26-27ê Tîrmehê de li navçeya Bazîd a Agiriyê konferansekê li dar bixin.
Orhan Ayaz qala pêvajoya avakirina înîsiyatîfê kir û wiha got: “Înîsiyatîf dê di 26-27ê Tîrmehê de li navçeya Bazîdê konferansekê li dar bixe. Em ê vê konferansê jî diyarî Ehmedê Xanî bikin. Konferansa me dê li ser tifaq û yekitiya Kurdan, Kurd pêşerojê çi dixwazin û em ê mafên Kurdan çawa bînin ziman be. Divê mafên Kurdan di destûra bingehîn de werin qebûlkirin. Kurd dê di pêşerojê de rol û misyona xwe çawa bilîzin. Em dixwazin gelê me van her du rojan tev li konferansa me bibin. Pêşniyarên wan gotinên wan çi bin dikarin bêjin û konferansê jî guhdarî bikin.”
Dê li Riha, Bedlîs û Colemêrgê civîn li Mêrdînê konferans pêk bînin
Orhan Ayaz da zanîn ku konferanseke wan a din jî di mehên pêşiya me de dê li Mêrdînê bê lidarxistin û wiha domand: “Mêrdîn bajarê şaristaniyan e. Her reng, her deng û her bawerî li Mêrdînê heye. Em ê li wir bi mijara bi hev re jiyana gel û baweriyan konferansekê li dar bixin. Rojevên cuda yên wê konferansê dê hebin. Berî van konferansan em ê di 23yê mehê de li Rihayê, Bedlîs û Colemêrgê em ê weke rûspiyên civakê bicivin. Mijara van civînan jî dê ew be ku Kurd çi dixwazin, lazim e Kurd yekitiya xwe çawa pêk bînin û vê pêvajoya destpêkiriye divê çawa bi başî encam bigire. Di vê çarçoveyê de ev înîsiyatîf dê ji bo pêvajoyê jî roj bi roj rol û misyona xwe bilîze û civînên xwe pêk bîne.”
Dê li ser qebra Ehmedê Xanî daxuyaniyê bidin
Orhan Ayaz, bi lêv kir ku siyasetmedarên weke Leyla Zana jî dê tev li konferansa Bazîdê bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê konferansê de dê herkes fikra xwe bêje. Em ê weke înîsiyatîfa demokratîk nîşeyên xwe bigirin. Dû re em ê li ser qebra Ehmedê Xanî daxuyaniyekê bidin. Armanca vê konferansê şiyarbûna Kurd û Kurdistanê ye, sed sal in Kurd di bin zilmê de dijîn. Em di sedsala 21emîn de ne lê hêj jî Kurd bêziman, bêmaf e, tu heq û hiqûqa wî tune ye. Ev ne rast e. Sih milyon mirovan nikarin bênasname, bêçand bihêlî.”
‘Rol û misyoneke mezin dikeve ser milê înîsiyatîfê’
Orhan Ayaz bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha pê de çû: “Tam di vê merheleyê de rol û mîsyona mezin dikeve ser milê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk. Înîsiyatîf bi awayekî berfireh hatiye avakirin. Di nav de her beş tê de hene û xîtabî her beşa civakê dike. Çi bikeve ser milê înîsiyatîfê dê rol û misyona xwe bilîze. Înîsiyatîf dixwaze ku Kurd bi nasnameya xwe bê naskirin û ev yek bi rêya qanûnan were zelalkirin. Zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Di vê çarçoveyê de dê hem civakê şiyar bike hem jî ji bo ev pêvajo encam bigire xizmetê bike. Înîsiyatîf dê hem civînan, konferansan li dar bixe, hem rûbirû hevdîtinan bike. Armanca Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ew e ku ji bo tifaq û yekitiya Kurdan çêbibe xebatên xwe bimeşîne û konferanseke ku her çar aliyên Kurdistanê tev li bibe li dar bixin. Dema yekitiya Kurdan li her çar aliyan çêbû ev pêvajoya tê meşandin jî dê bi lez û bez çêbibe. Ji ber wê jî divê li Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr Kurd û hezkiriyên wan tifaqa xwe pêk bînin.”
‘Divê Meclis rola xwe bilîze’
Orhan Ayaz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Birêz Ocalan û PKKê tişta dikeve ser milê wan kirin û gavên xwe avêtin. Bi gotina birêz Ocalan çek hatin danîn. Lê nayê wê wateyê ku çek hatin danîn û pirsgirêka Kurdan nema. Piştî wê bangawaziya me ji hikumet û dewletê ev e; divê demildest qanûnên xwe biguherînin. Hevalên me di girtîgehan de dîl girtî ne. DMME jî dibêje divê siyasetmedarên me yên weke Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, hevşaredarên me, siyasetmedarên me werin berdan lê hêj jî dîl girtî ne. Civak jî dibê heke dewlet ji dil be divê ewilî van gavan biavêje. Em jî dewletê vedixwînin jidilbûnê. Ev derfeteke mezin e. Lazim e dewlet û hikumet rojek beriya rojekê van gavan biavêjin û divê Meclis rola xwe bilîze.