• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Şirnexê agirê Newrozê bi destê jinan hate geşkirin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Binarê Qendîlê bi meşaleyan Newroz hate pîrozkirin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Li Şam û Siwêdayê agirê Newroz hatin pêxistin

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

    Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Deklarasyona mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’: Mafê hêviyê azadiya gelan e

Amed / AW

17 KANÛN 2025 - 12:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Platforma Saziyên Demokratîk deklarasyona mitînga dê di 4ê Çile de pêk bê eşkere kir û wiha hate gotin: “Gelê Kurd û hemû gelên din, hêviya xwe ya çareseriyê bi baweriya birêz Ocalan zindî girtin e. Ji ber vê yekê, ‘Mafê Hêviyê’ di heman demê de mafê hêvî û azadiyê ya gelan e.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê dê di 4ê Çileya 2026an de li Amedê bi dirûşma “Hêvî û azadiyê” mitîng li dar bixe. Di mitîngê de dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê xwestin. Platformê ji bo mitîngê deklarasyonek bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Daxuyanî li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê pêk hat. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû, nûnerên saziyên pêkhateyên Platformê, Hevşaredara Amedê Serra Bucak, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Metna bi Kurdî ya deklarasyonê aktivîsta TJAyê Fatma Ablay û metna bi Tirkî jî endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Reşo Bîrhat Kurtulan xwend.

Metna deklarasyonê bi vî rengî ye: 

Ji bo hêvî û azadiyê, niha dema rabûna ser piyan e.

Bûyerên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn diqewimin nîşan didin ku pêdivî bi nûbûnekê heye. Ev nûbûn jî tenê bi daxwaza gelan a ji bo azadiyê û jiyana hevpar dikare pêk bê. Di pêşketina Şerê Cîhanê yê 3yemîn de ku bandora wê li seranserê cîhanê heye tişta herî eşkere, têkoşîna azadiyê ya gelan e. Di vê serdema ku her tişt ji nû ve tê avakirin de, tevî hemû zehmetiyan jî, derfetên çareseriya demokratîk û aştiyê li herêma me û li Rojhilata Navîn hîn jî hene û banga xwe didomîne.

Sedsalek bi înkarkirina hebûna gelê Kurd û binpêkirina mafên wan derbas bû. Di vê sedsalê de gelê Kurd rastî windikirin, kuştin, gittin û mişextkirinê hat. Di encama Têkoşîna Gelê Kurd a ji bo demokrasî û azadiyê de gelek kes temenê xwe di salonên dadgehan, girtîgehan û penaberî û mişextiyê de derbas kirin. Îro em di qonaxeke pir girîng de ne; ku parastin û berxwedana Gelê Kurd ber bi veguherîneke azadî û demokrasiyê ve diçe.

Pêvajoya ku piştî girtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999an de, bi komployeke navdewletî dest pê kir û bi tecrîda li Îmraliyê berdewam kir, armanca wê ew bû ku dewleta yekperest tiştê xwe yê kêm mayî temam bike. Bi vê yekê xwestin Kurdan ji aliyê nasname û îradeyê ve bi temamî ji holê rakin. Aqilê dewlet û desthilatê, bi polîtîkayên xwe yên li ser Girtîgeha Îmraliyê, qanûn û hiqûq xist bin lingên xwe. Ev pêvajo, heta radeyekê bûye polîtîkaya bingehîn a vî welatî.

Pirsgirêka Kurd ku diyarkera gelek pîvanên siyasî, aborî û civakî ye, bi tecrîda li ser birêz Ocalan re hat xwestin ku ji hemû derfetên çareseriyê yên hiqûqî û siyasî werin qutkirin. Her ku dozaja tecrîdê zêde bû, ev rewş li çar aliyê welat belav bû û veguherî rêbaz û rejîmeke wisa ku hewl dide hemû dînamîkên têkoşîna civakî bêbandor bike.

Birêz Ocalan ku ji sala 1993yan û vir ve têkoşîna aştiyê û lêgerîna muxateban zindî girtiye, di her qonaxê de hewl daye ku hemû derfet û mercên xwe bike bingeha çareseriyê. Agirbestên ku ragihandine, hewildanên wî yên ji bo danûstandina bi dewletê re, hevpeyvîn ü gotobêjên wî yên televizyonan û parêznameyên wî; ev hemû ji bo çareseriyeke demokratîk pêş xistiye. Di salên 1999 û 2009an de bi daxwaza wî komên aştiyê hatin da ku rê li ber şerekî navxweyî bigirin. Ev xebatên wî derfeteke mezin ji bo bingeha aştiyeke bi rûmet derxist hol û di nava gel de jî bûn xwedî rûmet û bersiveke mezin.

Wî bi tespît û rexneyên xwe, rûyê kapîtalîzmê û sîstema wê ya mêtingeriyê eşkere kir û ev sîstema ku li dijî civakê ye, mehkûm kir. Li hemberî Modernîteya Kapîtalîst, bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk re rê û rêbazên jiyaneke nû nîşan da; bi vê fikra xwe bû pêşengê têkoşîneke ku sînoran derbas dike. Her wiha bi nêrîna xwe ya ku azadiya jinê esas digire, hem karaktera têkoşîna xwe ya demokratîk parast, hem jî di têkoşîna azadiya jinê de bû xwedî bandoreke pir xurt. Ev gavên wî, di heman demê de ji bo ku dîrok ligel civakê ji nû ve were nivîsandin, pêngavên herî mezin in.

Bi saya ezmûna van lêgerînên dîrokî û nîqaşên li ser sîstema alternatîf, em îro di nav fersendeke nû ya aştî û çareseriyê de ne ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê pêş ketiye. Ev pêvajo dikare bibe bingeha dawî li şer û pevçûnên bi salan bîne û bibe bingehê ku têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê bi ser bikeve, ev yek ji bo me pir giranbuha ye. Her roj û her deqîqeya vê pêvajoyê ya ku rê li ber guhertinên yasayî û jiyana azad vedike, xwedî nirxekî dîrokî ye.

Hêviya çareseriyê ji baweriya birêz Ocalan tê

Banga birêz Ocalan a ji bo betalkirin, şewitandina çekan û vekişandina hêzan, gavên herî girîng ên avakirina civaka demokratîk û aştiyê bûn. Her wiha, pêşniyara wî ya ji bo avakirina komîsyoneke li Meclisê û pêkanîna hevdîtineke li Îmraliyê, asteke dîrokî ye. Ev hevdîtin ji bo welatekî azad û adil, destpêkek pir bi nirx e.

Tevî hemû zehmetiyan, destgirtina li ‘hiqûqa biratiyê’ û amadekirina qanûnên guncav, îro wezîfeya sereke ya Meclisê û civakê ye. Gelên vê axê, jiyaneke ku navê siyaseta wê aştî, navê civaka wê demokratîk û navê paşeroja wê azadî be, ji zû ve heq kirine.

Divê sedsala nû ya Tirkiyeyê ne li ser înkarê, lê li ser wekhevî û dadperweriyê ava bibe. Birêz Ocalan tevî şertên giran ên tecrîdê jî, di xeta aştiyê de israr dike. Ji ber vê yekê, rewş û şertên wî, wê qedera vê pêvajoyê diyar bikin.

Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ ku li seranserê cîhanê tê meşandin, encama xwedîderketina li paradîgma û têkoşîna wî ya 50 salan e. Şert û mercên aktorekî wisa ku bandora gotin û keda wî li ser civakê ewqas xurt e, divê li gorî vê pêvajoya dîrokî ji nû ve werin serastkirin û azadiya wî were pêkanîn.

Gelê Kurd û hemû gelên din, hêviya xwe ya çareseriyê bi baweriya birêz Ocalan zindî girtine. Ji ber vê yekê, ‘Mafê Hêviyê’ di heman demê de mafê hêvî û azadiyê ya gelan e. Li gorî biryarên DMMEyê (Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa) û hiqûqa navdewletî, divê ev maf bêyî derengxistin were sepandin. Kilîta Neteweya Demokratîk, Komara Demokratîk û Biratiya Dîrokî, di pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ de ye.

Birêz Ocalan ku xwediyê vê vînê û vê banga ku ji bo gelê Kurd û hemû gelan azadiyê, ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn jî demokrasiyê dixwaze, divê azad bibe.

Em bang li hemû gelan dikin ku ji bo em daxwaza xwe ya azadiya birêz Ocalan bi vîneke herî xurt biparêzin û pêk bînin, roja Yekşemê, 4ê Çile li Meydana Îstasyonê werin cem hev û berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe.”

 

Etîket: Abdullah OcalanÇigdem kiliçgun UçarHevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirMafê HêviyêMîtînga Hêvî û AzadiyêPlatforma Saziyên Demokratîk a Amedê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

Di Newroza Sêweregê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin

20 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn HATE NÛKIRIN

20 ADAR 2026
Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Ji PAJKê peyama Newrozê: Divê rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe

20 ADAR 2026
Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

20 ADAR 2026
Li Dutaxê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Li Dutaxê Newroz bi coş hate pîrozkirin

19 ADAR 2026
OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

OHD: Ji bo aştî û demokrasiyê yek ji gava pêşî pêkanîna mafê hêviyê ye

18 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gorên Kaytan, Altun û Engîn hatin ziyaretkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo ‘mafê hêviyê’ kampanyaya navneteweyî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mustafa Avci: Divê astengiyên li pêşiya rêveberiyên herêmî bên rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên salên 90î: Ji qedexeyan ber bi coşa îro

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê rûhê Newrozê yê ji bona wê bedelên giran hatine dayîn were parastin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (783)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne