• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

    Endamê KNKê Mela Hesen Nuzhedzade wefat kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Deklarasyona Newrozê: Em bi Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk newrozê pîroz dikin

Amed / AW

11 ADAR 2025 - 11:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KCD, DBP, TJA, DEM Partî li Amedê deklarasyona Newroza 2025an eşkere kirin û di deklarasyonê de hat destnîşankirin ku wê pîrozbahiyên Newroza îsal bi ruhê banga Rêberê Gelê Kurd bi dirûşma “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk” were pîrozkirin.

Cejna Newroza 2025an bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) dê were pîrozkirin.

Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, aktîvîstên TJAyê, parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Sînan Çîftyurek li ber sûrên Amedê li Deriyê Mêrdînê deklarasyona Newroza 2025an hat eşkerekirin.

Ji bo deklarasyonê li derve civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Nûner û rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Azadî, Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), DDKD jî tev li civînê bûn.

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk deklarasyona Newrozê xwend.

Deklarasyona Newrozê ya bi sernavê “NEWROZA RÊBERTIYA AZAD Û CIVAKA DEMOKRATÎK” bi vî rengî ye:

“Newroz ji bo gelê Kurd navê berxwedan, azadî û zayînê ye. Her çiqas dewlet hewl didin vê wateyê bixin nava çarçoveyeke teng jî, rastiya Newrozê berxwedan û azadî ye. Gelê Kurd bi sedsalan têkoşîna xwe di agirê Newrozê de geş kiriye, di vî agirî de hebûn, berxwedan û azadiya xwe nîşan daye. Newroz îro îfadeya herî xurt a meşa azadiya gelê me ye. Ji ber vê yekê her dengê ku ji qadên Newrozê bilind dibe, her agirê ku tê vêxistin, her strana ku tê gotin, her govenda ku tê girtin îradeya parastina azadiya me ye.

Banga Rêberê Gelan

Wateya herî mezin a zindîkirina ruhê Newrozê îro di çarçoveya azadiya gelê Kurd de berfirehkirina têkoşîna aştî û civaka demokratîk e. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelan ji bo avakirina jiyana hevpar û aştiya bi rûmet dîsa bangeke dîrokî û xurt kir. Em ê vê banga Rêberê Gelan bi heqîqeta azadiyê ya Newrozê re bikin yek û careke din nîşan bidin ku em dikarin bi hev re jiyana azad û wekhev ava bikin.

Divê azadiya Rêberê Gelan were mîsogerkirin

Em îsal Newrozê bi şîara Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk pîroz dikin. Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan e. Bi sedsalan e ku gel û bawerî rastî her cure êş û azaran hatine. Di nav gelan de êş û azarên herî mezin jî gelê Kurd kişandiye. Sedema êşa Kurdan a ku di nava dîrokê de ava bûye, zagonên înkarê yên nûjenkirî û polîtîkayên desthilatdaran yên li ser civakê ne. Ji bo ku înkarkirina gelan bi dawî bike, dawî li polîtîkayên çewisandinê bîne û civaka demokratîk ava bike, Rêberê Gelan berpirsyariyeke dîrokî digire ser milê xwe. Ji bo ku bikare vê berpirsiyariya dîrokî bi cih bîne, divê demildest azadiya fîzîkî û şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelan bê misogerkirin. Dabînkirina şert û mercên xebatê yên hêza ‘Teorîk û Praktîk’ ji pêdiviyeke takekesî zêdetir erka bicihanîna berpirsiyariya civakî û siyasî ye.

Jin jiyan azadî bûye agirê Newrozê

Ev banga jiyaneke adil û wekhev a gelan, baweriyan, jinan, ciwanan, zarokan, kedkaran û teqawidan divê bi ked û têkoşîna her kesî bê bilindkirin. Azadî û şoreşa jinan a ku bi têkoşîna Rehşanan, Ronahiyan, Zekiyeyan, Bêrîvanan vejiyaye, îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bûye agirê Newrozê. Têkoşîna jinan a li dijî polîtîkayên mêtînger ên şerê taybet, li djî desthilatdariya mêrperest û netew-dewlet dê di avakirina aştî û civaka demokratîk de berpirsyariya herî mezin bigire ser milê xwe û civakîbûna aştiyê birêxistin bike û biparêze.

Şoreşa Rojava ruhê azadiya Newrozê ye

Şoreşa Rojava ronkahiya îro ya ruhê azadiyê yê Newrozê ye. Pergala demokratîk a ku li Rojava hatiye afirandin, civaka neteweya demokratîk a li ser esasê azadiya jinan û wekheviya azad a gelan hatiye avakirin. Pergala Rojava weke Newrozê sembola berxwedan û zayînê ye. Lê mayîndekirina van destkeftiyan û misogerkirina siberoja gelê me tenê bi berfirehkirina têkoşînê pêkan e. Mîna agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxist, îro jî rêya parastina şoreşa Rojava, bilindkirina meşaleya têkoşînê ye.

Yekitiya Neteweyî ya Kurd

Cewhera Newrozê îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e. Newroz îfadeya ziman, reng û baweriyên cuda ye ku li ser jiyaneke wekhev û hevpar dicivin. Ji ber vê yekê jî Newroz rastiya dîrokî ye ku her cudahî dikarin li hev bicivin. Civaka demokratîk û aştiya bi rûmet, bi ruhê berxwedanê yê Newrozê mezin dibe. Îro rêya herî xurt; hembêzkirina van nirxan, mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî, avakirina civaka demokratîk û misogerkirina yekîtiya neteweyî ye.

Gelê Kurd bûye sembola berxwedanê

Gelê Kurd weke li Kurdistanê li hemû cîhanê têkoşîna xwe didomîne û her tim bûye sembola berxwedan û zayînê. Misogerkirina yekîtiya neteweyî dê vê berxwedan û têkoşînê ber bi serkeftinên mezintir ve bibe. Hêzên hegemonîk ên navendî bi hevkariya hêzên herêmî dixwazin li Rojhilata Navîn fermanên nû ava bikin. Lewma ji bo Kurdan xefkên nû tên amadekirin. Gelê Kurd dê sedsaleke din jî bi fermanên derve neyê birêvebirin. Gelê Kurd bi biryar e ku bi paradîgmaya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bike û fermanên ku Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî û fikrî ve parçe dike ji holê rake. Gelê Kurd dê vê yekê jî bi xurtkirina yekîtiya neteweyî pêk bîne. Gelê Kurd her tim îradeya xwe ya avakirina siberojê bi nirxên berxwedanê yên berê re li qadên Newrozê nîşan daye. Di dema pêşxistina van nirxan de, gelê Kurd rastiya civakî ji xwe re esas girtiye. Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û ji bo gel û baweriyên Rojhilata Navîn pêwîstiyeke bingehîn e. Eger yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bê, dê amûrên zextê yên dewletan jî ji destê wan bê stendin. Li gorî ruhê Newrozê gelê Kurd dê careke din îradeya xwe ya hevpar a azadiyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî; li gund, kolan, bajar, serê çiya û qadan nîşan bide.

Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin

Newroza 2025an dê bibe qonaxa mezinkirina berxwedan û azadiyê, dê civaka demokratîk bê avakirin û têkoşîn dê pêş bikeve. Agirê Newrozê dê bi ruhê yekîtiya neteweyî, bi dengê bilindkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û têkoşîna mayîndebûna şoreşa Rojava geştir bibe.

Em Newrozê li Rêberê Gelan pîroz dikin ku wî hewl da Newrozê bi pêvajoyeke wiha watedar pêşwazî bike û em hêvî dikin ku gel bi coşa Newrozê li hev bicive. Em ciwan, jin, kedkar û hemû gelê xwe bi kelecana azadiyê vedixwînin pîrozbahiyên Newrozê. Newroz qada hêza herî xurt a têkoşînê ye. Em bi ruhê azad ê Newrozê, Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Newroz pîroz be…”

 

Etîket: Abdullah OcalanBanga Aştiyê û Civaka DemokratîkDBPDEM PartîKCDNewrozNewroza 2025anTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

18 ADAR 2026
Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

Li du taxên Êlihê agirê Newrozê hatin vêxistin

17 ADAR 2026
Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

17 ADAR 2026
Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

Li Amedê pîrozbahiyên Newrozê didomin

17 ADAR 2026
Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

17 ADAR 2026
Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

Li Sûrê Newroz hat pîrozkirin: Pêwîst e Ocalan azad bibe

17 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    Li gundên Rojhilatê Kurdistanê Newroz û rîtuelên vejînê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dijminatiya li dijî bîranîna Rahşan Demîrelê: Wê zirara darekê bigihîje kê?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata Dîlan Karaman daxuyanî da: Em dixwazin heqîqet derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navçeyên Amedê Newroz tê pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Hikûmeta Afganistanê: Di êrişa Pakistanê de 400 kes hatin kuştin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi karografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Dêrsimê: Ji mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan re hezar silav

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (663)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne