• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminantî raweste’ derket

    Gehrên Gime hişk bûne

    Gehrên Gime hişk bûne

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2025an

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Li Ezazê serçeteyek hate kuştin

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinên DBPî li Cizîrê atolye pêk anîn

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

    Jinek li Wanê kuştî hat dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî û DBP çû serdana Tevgera Goran

Navenda Nûçeyan /AW

25 ADAR 2025 - 15:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya DEM Partî û DBPê ku ji 6 kesan pêk tê, li Silêmaniyê bi Tevgera Goran re civiya. Di civînê de behsa pêvajoya nû, rola aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistan ya di pêvajoyê de hate kirin.

Duh şandeyek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku ji 6 kesan pêktê serdana Başûrê Kurdistanê kir.

Di nava şandeya DEM Partî û DBP’ê de ku serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê û Amîra Îdarî ya Meclisa Tirkiyeyê Saliha Aydenîz û Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan cih digirin.

Şandeya DEM Partî û DBPê îro li Silêmaniyê serdana baregeha sereke ya Tevgera Goran kir. Şande ji aliyê Rêveberê Giştî yê Tevgera Goran Dana Ehmed Mecîd, sekreterê Civata Nîştimanî Şêx Kamîl Şêx Qadir, Rêveberê Peywendiyên Siyasî Bextiyar Umer, Serokê Fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistan Ciwanro Mihemed û nûnera jinên Tevgera Goran Gulistan Seîd ve hate pêşwazî kirin.

Piştî civînê Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir daxuyaniyek çapemeniyê da û got; “Dema em cara ewil hatin Başûr, ji ber dema kêm, me nekarî em bi hemû aliyên siyasî re bicivin, lewma em carek din hatin Başûrê Kurdistanê. Em îro bi birayên xwe yên Tevgera Goran re civiyan û me behsa pêvajoya çareseriyê ya li Bakur, Tirkiye û guhertinên li Rojhilata Navîn kir. Tevgera Goran jî piştgiriya xwe ya ji bo çareseriyê eşkerekir û em spasiya helwesta wan dikin.”

Serokê Fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistan Ciwanro Mihemed jî axivî û got; “Me pêşwazî li şandeyê kir û me piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê ragihand.

Hêjayî gotinê ye şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê jî di 15yê Sibatê de serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, di nava 3 rojan de bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNKê Bafil Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî Mesrûr Barzanî û Endamê Dîwana Serokatiyê ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re hevdîtin pêk anîbû, û silav û peyamên Rêber Apo yên têkildarî pêvajoya nû ragihandibûn.

Etîket: GoranPDKşandeYNK
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

Şandeya DEM Partiyê: Nîşeyên ku wekî yên hevdîtinê bin tên belavkirin dûrî rastiyê ne

5 TEBAX 2025
‘Pêdivî bi helwesteke hevpar heye’

‘Pêdivî bi helwesteke hevpar heye’

16 TÎRMEH 2025
Îlham Ehmed: Di mijara entegrasyonê de pirsgirêkên cîddî hene

Îlham Ehmed: Di mijara entegrasyonê de pirsgirêkên cîddî hene

14 TÎRMEH 2025
Şadeyê li Duhokê daxuyanî da: Em ê sibê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

Şadeyê li Duhokê daxuyanî da: Em ê sibê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

10 TÎRMEH 2025
Şandeya ku dê beşdarî merasîmê bibe gihîşt Başûr

Şandeya ku dê beşdarî merasîmê bibe gihîşt Başûr

10 TÎRMEH 2025
Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bike

7 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (256)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne