DEM Partî ya Ahmetlî bi şîara “Em aştî û cviaka demokratîk xwe birêxistin dikin” kongreya xwe ya asayî li dar xist.
Partiya Wekhevî û Demokrsiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Ahmetliyê ya Manîsayê bi şîara “Em aştî û cviaka demokratîk xwe birêxistin dikin” 1emîn Kongreya Asayî li salona konferansê ya şaredariyê li dar xist. Hevserokên DEM Partî yên Manisyê Kerem Taylan û Evîn Gunsel jî di nav de nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û gelek kes tevli kongreyê bûn.
Kongre bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin û raporên xebatê û aboriyê hatin xwendin. Piştî xwendina raporan hilbiajrtin hat kirin û Ozgur Kabşîgay û Altûn Erol wek hevserokên nû hatin hilbijartin.
Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.














