Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bi daxuyanî û belavkirina belvokan gel vexwand Newrozê.
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê bi daxuyanî û belavokan gel vexwand Newroza ku sibê dê were pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak û endam û rêveberên DEM Partiyê tev li daxuyaniyê bûn. Dxuyaniya çapemeniyê ji aliyê hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Colemêrgê Nazmî Coşkûn ve hat xwendin.
Nazmî Coşkûn gelê Colêmêrgê vexwand pîrozbahiya Newrozê û got: “Eem bi şîara ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratik’ cejna Newrozê pîroz dikin. Ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk, ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurd, ji bo mayîndekirina aştiyê û civakîkirina wê, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, Ji bo xurtkirina biryardariya me ya parastina îradeya azadî û aştiyê, em diherikin meydanan, agirê Newrozê geş dikin. Em we vedixwînin ku bi reqs, çepik, reng û stranên xwe agirê Newrozê geş bikin. Em bang li ciwanan, jinan, karkeran û her kesê ku ji azadiyê hez dike dikin ku li meydanên newrozê bicivin; ji bo mezinkirina tekoşîna azadî, demokrasî û wekheviyê.”
Piştî daxuyaniyê endam û rêvewberên DEM Partiyê yên Colemêrgê li dikandaran û nav gel geriyan û belavokan dan xelkê û xelkê vexwandin pîrozbahiya Newrozê.
Newroza Colemêrgê dê sibê saet di 11:00an de li Taxa Simbilê, cem Otogarê were pîrozkirin.













